Jina êzdî ya li Kampa Holê hatiye rizgarkirin: Ez ê ji bo azadiya jinên êzdî bixebitim 2022-09-17 11:42:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Jina êzdî Sewsen Hesen Heyder a 24 salî di encama pêngava li Kampa Holê de ji hêla YPJ’ê ve hat rizgarkirin. Heyder, qala dîlgirtibûna xwe ya 9 salan kir û got ku ji vir û şûnde dê ji bo rizgarkirina jinên êzdî bixebite.   Bi pêşengtiya Hêzên Ewlekariya Hundirên ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi alîkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), YPG û YPJ’ê, li Kampa Holê Pêngava Însanî û Ewlehiyê hatibû destpêkirin. Qonaxa duyemîn a pêngavê di 25’ê tebaxê de li Kampa Holê hatibû destpêkirin. Di encama 24’emîn roja operasyonê de gelek tunel, qadên perwerdeyê, girtîgeh, alavên îşkence û cînayetê û hucreyên nepen hatin bidestxistin. Şervanên Yekîneyên Parastiya Jin (YPJ) di çarçoveya operasyonê de jinên êzdî yên bi navên Wefa Elî Ebbas û Sewsen Hesen Heyder jî rizgar kirin.    Sewsen Hesen Heyder (24) ji Şengalê ye û di êrişa DAIŞ’ê ya di sala 2014’an de ji hêla DAIŞ’ê ve hate revandin. Li gel Heyder, ji malbaa wê 9 kesên din jî hatin revandin. Heta niha jî ji bav, bira, 3 ap, xal, pismam û dotmamên wê agahî nehatine girtin. Tenê dayik, xwîşk û birayên wê hatine rizgarkirin.    MALBAT JI HEV BELAV KIRIN   Sewsen Hesen Heyder, serpêhatiya xwe wiha vedibêje: “Di wê rojê de heya sibehê şer û pevçûn li Şengalê hebû. Danê sibehê DAIŞ’ê Şengal dagir kir. Piştre jî hemû şêniyên Şengalê li cihekî kom kirin. Jin û mêr ji hev cuda kirin. Mêr birin lê me nizanîbû birin ku derê. Jin û zarok jî li Tilafer û Mûsilê di dibistanan de kom kirin. Bi malbata min re em bi giştî birin Tilaferê. Piştre em anîn Sûriyeyê û li mezrayekê bi cih kirin. Çeteyên DAIŞ’ê dihatin wir û jinên êzidî ji xwe re dibirin. Ez, dayik û jinapa min birin bajarê Qaîm ê Iraqê. Li wir em dan çeteyan.   BAJAR BI BAJAR GERANDIN   Ez ji dayika xwe hatim veqetandin. Piştre jî bajar bi bajar hatim gerandin. Destpêkê ez birim Enbarê. Derdora salekê ez li wir mam. Bi nêzbûna hêzên Iraqê re ez birim Mûsilê. Ez li wir jî nêzî mehekê mam. Ji wir jî ez vegerandim Reqayê. HSD her ku nêz dibû, em dibirin cihekî din. Ez ji Reqayê birim Meyadînê. Demekê ez li wir mam û ez birim Eşarayê. Piştre ji ber şer ez birim Bûkemalê. Li wir jî şer derket û ez birim Hecînê. Demekê ez li wir jî mam. HSD nêz bû lewma ez birim Şefayê û piştre jî birin Sûsê. Herî dawî jî ez birim Baxozê.    EZ Ê YPJ’Ê TU CARÎ JI BÎR NEKIM   Ji Baxozê jî ez anîm Kampa Holê. Min gelek dixwest li kampê bibêjim ku êzdî me. Lê tirsiyam û min negot. Min li kampê xwe li cihê biyaniyan da nivîsandin. Mîna keseka biyanî dijiyam. Dema şervanên YPJ’ê hatin, gelek keyfxweş bûm. Min texmîn nedikir ku rojek ji rojan ez ê bêm xilaskirin û vegerim malbata xwe. Keyfa min gelek bi nêzikatiya YPJ’ê hat. Ez ê vê tu carî ji bîr nekim.   MALBATA MIN GOT ZÛ WERE   Piştî 9 salan cara ewil li ser telefonê bi malbata xwe re axivîm. Keyfxweşiya min hêj mezintir bû. Malbata min gelek keyfxweş bû. Ji min re gotin zû were. Min xeyal nedikir ku YPJ wiha be û malbata min, min qebûl bike. Dixwazim ku hemû jinên êzdî yên di nava DAIŞ’ê de vegerin û netirsin. Spasiya YPJ’ê dikim ku jiyaneke nû bexşî min kirin.    ÇAND Û ZIMAN JI KIN DIZÎN   Min zimanê kurdî ji bîr kir. Gelek dixwazim ku bi zimanê xwe biaxivim. Nedihiştin bi kurdî biaxivim. Bûn sedem ku zimanê xwe ji bîr bikim. Tenê dema min jinên êzidî didîtin bi kurdî diaxiviyam. Ew jî helbet bi veşartî bû. Bi hatina Kampa Holê re êdî qet bi kurdî neaxivîm. Çand û ziman ji min dizîn. Ev demeke dirêje ez kurdî neaxivîme. Lê min bi giştî ji bîr nekiriye.    MIN BÊRIYA ŞENGALÊ KIRIYE    Dema ez li cem çeteyan bûm, min ji wan re digot rojek ji rojan em ê vegerin welatê xwe û em di bin destê we de namînin. Ji min re digotin ji bîr bike. Lê em bi ser ketin ku ez xilas bûm. Ez ê vegerim jiyana xwe ya berê û kesayeta xwe ya berê. Min gelekî bêriya Şengalê kiriye. Piştî 9 salan ez ê bajarê xwe bibînim. Min ji xwendinê gelekî hez dikir. Dema ez vegeriyam Şengalê xwendina xwe berdewam bikim.    Min li Reqa û Mûsilê gelek jinên êzdî dîtin. Ji bo xwe rizgar bikin gelek hewldanên wan çêbûn lê bi ser neketin. Dema çete pê dihesiyan jî ew digirtin û nedihiştin derkevin. Ez ê ji bo rizgarkirina jinên êzdî ya ji destê min tê bikim.”