Ji alîgirên Amedsporê re doza 'nerabûna ser piya ya Sirûda Îstîklalê’ hate vekirin 2022-09-17 12:11:14   AMED - Derbarê 19 kesên maça di navbera Amedspor û Pendîksporê hatiye lîstin de ji ber di dema xwendina Sirûda Îstîklalê de nerabûna ser piryan doz hate vekirin.    Li Amedê derbarê 19 kesên di maça Amedspor û Pendîksporê ya 7’ê gulanê hatiye lîstin de ji ber di dema xwendina Sirûda Îstîklalê de nerabûna ser piryan doz hate vekirin. Di îdianameya ji yek rûpelê pêk tê ku ji aliyê Dadgeha Asliyeya Cezayê ya Amedê hatiye qebûlkirin de 19 kes bi sûcê “Sirûda Îstîklalê bi aşkerayî biçûkxistine” tên sûcdarkirin. Biryarên 2’yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Herêma Antalyayê, girteka di roja maçê de hatiye girtin û axaftinên 19 kesan wek delîl hatin nîşandan.    ÎDIAYA ‘XEMSARIYÊ’   Di îdianameyê de hat destnîşankirin ku kesên tên darizandin di parastinên xwe de diyarkirine ku 'ranebûna li ser piyan ne bi zanebûn û xwestin kirine'. Di îdianameyê de hate gotin ku kesên nerabûna ser piyan tu aciziyeke wan nîn e û ji bo xwe ji sûc xelas bikin parastina xwe wisa kirine. Di îdianameyê de hat destnîşan kirin ku kesên ku bi xemsarî ranebûne ser piyan dewletê biçûk xistine. Di îdianameyê de hat xwestin ku 19 kes li gor delîlên ku hatine amadekirin û li gorî madeya TCK’ê ya 53’emîn werin cezakirin.    DOZ LI 8 KESÊN DIN JÎ VEBÛ   Li aliyê din hat zanîn ku derbarê 8 kesên di maça di 21'ê mijdarê de di navbera Amedspor û Konyasporê hatiye lîstin de jî bi hinceta nerabûne ser piyan doz hatiye vekirin. Danişîna doza bi heman sûcdariyê hatiye vekirin dê 5’ê cotmehê li 5’emîn Dadgeha Cezaya Asliyeya Amedê bê dîtin.    MA / Mujdat Can