Malbata Şenyaşar ji Wezîr Bozdag re got: Daxwaza me edalet e 2022-09-17 14:43:41   RIHA - Malbata Şenyaşar, Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag ê serdana bajêr kir, etiket kir û ev peyam parve kir: “Pirsgirêka Rihayê ya herî mezin zilma li ber deriyê edliyeyê berdewam dike ye.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 558’emîn de berdewam dike. Malbat ji ber dawiya hefteyê ye çalakiya xwe ya nobetê li mala xwe ya navçeya Pirsûsê domand.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ê ji bo îro hin serdanan bike hatiye Rihayê etiket kir û ev peyam parve kir: “Qêrîna edaletê ya dayikê dawiya dawî Wezaretê Dadê bihîst? Pirsgirêka Rihayê ya herî mezin zilma li ber deriyê edliyeyê berdewam dike ye. @bybekirbozdag daxwaza me edalet e.”