‘Bila girtiyên nexweş Ozkan, Yaşar û Durmaz bên berdan’ 2022-09-17 16:01:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên Enqere, Stenbol û Îzmîrê de çalakvanan bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Mehmet Emîn Ozkan, Cîhan Yaşar û Huseyîn Durmaz û xwestin bên berdan.    Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbol û Îzmîrê û Înîsiyatîfa Azadî ji Bo Girtiyên Nexweş a Enqereyê bi mebesta balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, çalakî li dar xistin.    STENBOL   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê bi mebesta ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 547’an de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li avahiya komeleyê hat lidarxistin û bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (84) ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin. Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hatibû daliqandin û dirûşmên “Mirov bi mafên xwe mirov e”, “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” û “Bila Mehmet Emîn Ozkan bê berdan” hatin berzkirin. Li gel xizmên girtiyan, her wiha gelek endamên mafên mirovan jî tev li daxuyaniyê bûn.    Daxuyaniya vê hefteyê ji hêla endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê parêzer Jiyan Tosun ve hat xwendin. Tosun, da zanîn ku li gorî daneyên ÎHD’ê; 651 jê giran bi giştî herî kêm hezar û 517 girtiyên nexweş hene û ev yek jî rewşa xetere radixe ber çavan.  Bi domdarî Tosun bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan û wiha got: “Ev 26 sal in di girtîgehê de. Dilê wî gelek zeîf bûye, nexweşiyên KOAH, tansiyon û alzheimerê pê re hene. Di encama lêkolînan de hat tespîtkirin ku di mejiyê de Ozkan kîst heye. 10 sal berê stend xistin rihên dilê wî û hestiyên wî di asteke zêde de dihelin. D axaftin û meşê de zehmetiyan dikêşe û ji hêla dîtin û bihîstinê de pirsgirêkên mezin dijî. Bi saya kurê xwe yê girtî xwe li ser pêyan digire.”    NAYÊ BERDAN   Bi domdarî Tosun, da zanîn ku Ozkan heta niha 5 caran krîza dil derbas kiriye û wiha pê de çû: “Nexweşxaneya rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ dan lê ji ber raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) nayê berdan. Li gorî agahiyên ji xizmên wî hatiye girtin; di 2’yê îlonê de ji ber nexweşiyekê rakirin nexweşxaneyê û heta demekî di beşa venihêrîna awarte de ma ye. Piştre jî dîsa şandin girtîgehê. Di dema nexweşxaneyê de haya malbatê jê nebû û piştre hatine agahdarkirin. Tevî xetereyên li ser jiyana Ozkan jî nayê berdan. ATK’ê ji bo hemû serlêdanan got ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ û maf binpê kir. Em vê helwestê qebûl nakin. Divê Ozkan bê berdan û li nexweşxaneyeke baş tedaviyeke baş bibîne. Divê Ozkan û hemû girtiyên nexweş bên berdan.”      ÎZMÎR   Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî di hefteya 257’an de li pêşiya Sumerbank a Berê ya li Konakê çalakî li dar xist. Di daxuyaniyê de pankartên “Bêdeng nemîne, nebe şirîk, dimirin” û “Bêdeng nemîne, girtiyên nexweş dimirin” vekiribûn. Sekreterê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Huseyîn Durmaz (53) ku li Girtîgeha Kiriklarê tê ragirtin.    Aydin, da zanîn ku Durmaz di sala 1995’an de hate girtin û di sala 1996’an de di nava koma ewil a çalakiya rojiya mirinê de cih girt. Aydin, di berdewamê de ev tişt anî ziman: “Durmaz, di heman salê de hate berdan. Di sala 1998’an de dîsa hate girtin. Di 19’ê Kanûna 2000’î di dema operasyona ‘jiyana li vegerê’ de li Girtîgeha Ûmraniyê bû. Piştre şandin Girtîgeha Hejmar 1 a Kandirayê. Bi sedema ‘rewşa girtî ya demdirêj’ li DMME’yê doz qezenc kir û di sala 2011’an de hate berdan. Durmaz, bi cezayê muebbetê dihat darizandin û Dadgeha Bilind cezayê wî erê kir û di sala 2017’an dîsa hate girtin.    ‘TEDAWIYA KEMOTEREPIYÊ DIDÎT’   Di berdewamê de Aydin destnîşan kir ku Durmaz di tîrmeha sala 2021’an de girikek bi perasiya wî ya çepê hatiye tespîtkirin û wiha pê de çû: “Ji ber bergiriyên şewba koronayê, karî di 6’ê cotmeha 2021’an de li ber destê pisporekê dahiliyê ve bê tedawîkirin. Piştî tetkîkên Cerrahê Sing û pisporê ortopediyê, di 13’ê hezîranê de PET hat kişandin û gumana malîgn (penceşêr) derket holê. Piştî çendek hatin û çûnên nexweşxaneyê, di 30’ê hezîranê de encam zelal bû û di 9’ê tebaxê de bi teşhîsa pêş a “Multîple Miyelomê’ re biyopsiya mejiyê hestî hat girtin. Bi biyopsiyê re teşhîs hat danîn û derket holê ku Huseyîn Durmaz bi penceşêra Mejiyê Hestî ketiye. Di 30’ê tebaxê de jî dest bi kemoterapiyê kir. Niha pêvajoyeke wî ya 3 hefteyan ma ye. Hefteyê carekê dê li ser pêyan kemoterapiyê bibîne. Piştî tetkîkan jî dê dest bi tedawiyê bê kirin. Divê Durmaz ji ber pirsgirêkên tenduristiyê bi enfeksiyonê nekeve. Bi wesayîtê rîngê dibin û tînin û ev jî xetere ye. Rewşa Durmaz dê piştî ATK’ê diyar bibe. Durmaz tenê dikare mast ji derve bistîne û ev jî dike ku nexweşiya wî pêş bikeve. Ji bo ku Durmaz tedawiya xwe temam bike, divê cezayê wî bê paşdexistin.”    Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.    ENQERE   Înîsiyatîfa Azadî ji bo Girtiyên Nexweş jî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 419’an de li pêşiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e û nayê astengkirin. Girtiyên nexweş berdin” hatibû vekirin. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Sevîl Turgut axivî û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Cîhan Yaşar ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê.    REWŞA TENDURISTIYÊ YA YAŞAR    Turgut, da zanîn ku Yaşar nameyek ji şaxên komeleyê re şandiye û binpêkirinên heyî vegotiye. Tugut, bi domdarî ev agahî dan: “Yaşar, di sala 2012’an de di encama gulebaranê de ji zik û piyê xwe yê çepê birîndar bû. Li girtîgehê jî baş nehat dermankirin. Ji ber guleya li zikê wî ketî, ji nava wî xwîn hat û hat emeliyatkirin. Hefteyek bi ser re derbas nebû ku îcar ji çoka xwe emeliyat bû. Piştî her du emeliyatan, îcar jî ji lingê xwe yê çepê emeliyat bû. Ji ber bandora narkozê, Yaşar di dema emeliyatê de rabû û zindî hat emeliyatkirin. Piştî vê emeliyatê jî astengdar bû. Ji bo tedawiyeke baş 2 salan serî li Wezareta Tenduristiyê da lê bersivek nehat dayîn. Serlêdanên wî yên sûc jî bêbersiv hatin hiştin. Dema li girtîgehê çû cem bijîşk û bijîşk jê re got; ‘diviya bû platîna di lingê te de salek piştre bihata derxistin. Lewma tu astengdar bûyî.’ Ji bo serlêdana sûc 2 caran ji nexweşxaneyê xwest ku rewşa heyî tespît bikin lê rapor nedanê.”   ‘RAPOR WINDA BÛ’   Turgut, diyar kir ku Yaşar di sala 2014’an de li Girtîgeha Mûşê ji ber gazincên xwe çû cem bijîşk û wiha qala bûyerê kir: “Sewqî nexweşxaneya Wanê kirin. Ji ber ku dereng şandin nexweşxaneyê, nexweşxaneyê ji ewil nexwest emeliyat bike. Piştre bijîşkê ku Yaşar kontrol dikir jê re got; ‘Di emeliyata zikê de dema rûvî bicihkirin ên ketine ser hev.’ Dema jê pirsî bê ka dê çawa bên sererastkirin, bijîşkî jê re got; ‘tu bo xwe wê neke derd. Duayan bike ku bi penceşêrê neketibî.’ Dema li benda encamê, dosyaya wî ya tenduristiyê winda bû. Hemû serlêdanên wî yên ji bo rapor û encamên kontrolê jî bêencam man. Hêj jî nexweşiyên dil, çav û piştê yên Yaşar berdewam in. Ji ber dilê xwe du caran bi ser hişê xwe de çû. Ji ber pirsgirêka binpêkirina mafê tenduristiyê yên li girtîgehên Erzîngan û Mûşê, nekarî sedema vê hîn bibe. Di sala 2014-2015’an de dema li Girtîgeha Mûşê, sewqa wî bo ATK’ê hatiye kirin lê li vê derê tenê bi mîtroyê bejna lingên wî hatiye pîvandin û nexweşiyên wî yên din guhdar nekirine. Ji bo teşhîskirina nexweşiyên din, divê Yaşar sewqî nexweşxaneyê bikin. Her wiha divê rapora sererastkirî yên emeliyatên berê jî jê re bê dayîn. Ji bo ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê baştir bên tespîtkirin, divê dîsa bişînin ATK’ê.”