Xwendekarên ODTU'yê ku tev li Meşa Cûdî bûn: Em ê li her derê têbikoşin 2022-09-18 09:57:41   ŞIRNEX - Xwendekarên ODTU’yê yên beşdarî Meşa Cûdî bûn diyar kirin ku ew ji bo parastina xweza û axa xwe têdikoşin û wiha gotin: “Welatê daran nîne. Her dara tê birîn, bandorê li hemû welatan dike.”   Li dijî qirkirina daran ku li herêma Bestayê û çiyayên Cûdî û Gabar di bin çavdêriya leşkeran de û bi destê cerdevanan tê kirin, bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bi dirûşma “Em li dijî wêraniya şer û talankirina xwezayê dimeşin” Meşa Cûdî hat lidarxistin. Tevî hemû astengkirinên hêzên ewlekariyê jî bi hezaran kes duh li Şirnexê meşeke girseyî li dar xistin. Xwendekarên Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTÛ) ku li dijî projeya "Rêya ODTU’yê” li ber xwe didin jî tev li meşê bûn. Xwendekaran banga têkoşîna li dijî qirkirina xwezayê li her kesî kirin.    Ji xwendekaran Tuna Gozlugor da zanîn ku xweza qurbanî rantê tê kirin û wiha got: “Weke li her deverê, em li vir jî li dijî talankirina daristanan têdikoşin. Li vir talaneke pir mezin hat kirin û em ji Enqereyê bi rê ketin û hatinr. Heta em hatin vê derê zehmetî derketin lê dîsa me xwe gihand vê derê. Gelek cureyên parastina ewlehiyê heye lê ew serî li ya herî hêsan didin. Li gel armancên din, her wiha ji bo rantê jî dar tên birîn. Li hêla dikarin gelek projeyên cuda yên xwezayê temam dikin jî pêş bixin lê ew talan dikin û rantê jê dixwin.”    'DÊ HESAB BÊ PIRSÎN'   Bi domdarî Gozlugor anî ziman ku hişmendiya xwezayê tune dike dê rojekê hesab jê were pirsîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ne dikarin ji kesên vê talanê diparêzin re bibêjin terorîst û ne jî ji yên li dijî vê talanê derdikevin re bibêjin. Ya ku em li vir diparêzin ekolojî bi xwe ye, xweza ye, jiyan e. Ji ber vê yekê dema ku em li vir tiştekî dibêjin, em vê bi armanceke siyasî nabêjin. Ji bo parastina ekolojî û xwezayê dibêjin. Nizanim bê ka ev meş dê bigihije armanca xwe yan na lê di şert û mercên Tirkiyeyê de her tişt diguhere. Bes ez tiştekî baş dizanim ku rojekê dê hesaba vê talanê were pirsîn.”    JI BO PARASTINA XWEZAYÊ TÊDIKOŞIN   Têkildarî mijarê yek ji xwendekarên ODTU’yê Umut Hasanoglû jî axivî ku di heman demê de biyolog e. Hasanoglû, diyar kir ku dê li her devera ku daristan lê tên talankirin têbikoşin û ev tişt anî ziman: “Li kîjan deverê xweza bê talankirin, navê wê talan e. Di talankirina xwezayê de em bi her awayî li dijî berjewendiyên şexsan in. Lewma jî em li her deverê ji bo parastina xak û xwezaya xwe têdikoşin. Welatê darê nîne. Her darek bandorê li tevahiya cîhanê û welatan dike. Heke tu wê darê bibirî, wê demê ne tenê gelê wê herêmê jê bandor dibe. Her kes baş pê dizane bê ka guherîna avhewayê gihiştiye qonaxeke çawa. Yek ji sedema vê jî birîna daran e.”    MA/ Zeynep Dûrgût