Xwediyên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter diyar bûn 2022-09-18 10:31:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Xwediyên 29’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter diyar bûn. Nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ya bi ser navê “Li Girtîgeha Aydinê mirina biguman: Întîhar e yan cînayet?” û wêneyê cenazeyê Hakan Arslan ku di tûrik de dabûn malbata wî, hêjayî xelatê hatin dîtin.    Di 20’ê îlona sala 1992’yan de rojnameger, nivîskar û zanyarê kurd Mûsa Anter li Amedê ji hêla JÎTEM’ê ve hat qetilkirin. Piştî qetilkirina Mûsa Anter, Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hatin dayîn. Xwediyên 29’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Apê Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê diyar bûn. Pêşbirk îsal ji hêla Rojnameya Yenî Yaşamê ve hat organîzekirin û di beşên “Nûçeyên Kurdî”, “Nûçeyên Tirkî”, “Wêne (wêneyê nûçeyan)”, “Karîkatûr” û ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz jî “Rojnamegeriya Jin” de xelat hatin dayîn.    Ajansa Mezopotamyayê di beşên “Nûçeya Tirkî” û “Wêne” de hêjayî xelatê hate dîtin. Xelat dê di 23’yê îlonê saet di 18.00’an de li Navenda Çandê ya Cemîl Kent a Şaredariya Şîşlî ya Stenbolê bi torenekê bên dayîn.    BEŞA NÛÇEYÊN TIRKÎ   Juriyên “Beşa Nûçeyên Tirkî” rojnameger Candan Yildiz, Faruk Eren, Fatîh Polat, Tugrul Eryilmaz, Îbrahîm Varli û Huseyîn Aykol bûn. Di vê beşê de ji bianet’ê nûçeya Evrîm Kepenek a bi ser navê “Îdiaya ku li Beylîkduzuyê zarokeke 2 salî hatiye îstîsmarkirin” hêjayî xelatê hat dîtin.    Her wiha 3 nûçe jî hêjayî “Xelata Taybet a Juriyê” hatin dîtin. Ji Evrenselê nûçeya Mûrat Uysal a bi ser navê “Li Yenîsahrayê çi bû? Ji bo şewatê her tişt amade bû, şixate bi zarokan dan hilkirin”, ji Ajansa Nûçeyan a Etkînê nûçeya Yildiz Tar a bi ser navê “Kujerê ku Mîra kuştî, wesayîta wî dizî û bi hevalên xwe re çû dawetê” û ji Ajansa Mezopotamyayê jî nûçeya Semra Turan û Tolga Guney a bi ser navê “Li Girtîgeha Aydinê mirina biguman: Întîhar e yan cînayet?” hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hatin dîtin.    BEŞA WÊNEYAN   Di “Beşa Wêneyan” de jûrî Ramazan Ozturk, Ozcan Yaman, Nezahat Dogan, Refîk Tekîn û Çetîn Altun bûn. Di Beşa Wêneyan de wêneyê cenazeyê Hakan Arslan ku di 2’yê kanûna sala 2015’an di dema qedexeyên derketina derve ya li Sûr a Amedê jiyana xwe ji dest dabû û 7 sal piştre di telîsekî de radestî bavê wî Alî Riza Arslan kirin hêjayî xelatê hat dîtin. Ji Ajansa Mezopotamyayê wêneyê Eylem Akdag ê bi ser navê “Giraniya Tûrekî” hêjayî xelatê hat dîtin. Ji Evrenselê wêneyê bi navê “Mala Min Çû” jî hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hat dîtin.    BEŞA NÛÇEYÊN KURDÎ   Di “Beşa Nûçeyên Kurdî” de jurî rojnameger Leyla Ayaz, Kadrî Esen, Suna Tunç, Bêrîtan Zagros û Ramazan Olçen bûn. Ji Dengê Amerîkayê nûçeya Omer Faruk Baran a bi ser navê “Manaya bilibendê û çend sirên ‘Kurdish Mashup 2019’” hêjayî xelatê hat dîtin.    Ji JINNEWS’ê nûçeya Medya Uran a bi ser navê “Girêdayî êrişa nîjadperest a li Qazakistanê agahiyên nû!” hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hat dîtin.    XELATÊN ROJNAMEGERIYA JIN   Di “Beşa Rojnamegeriya Jin a Gurbetellî Ersoz” de jurî rojnameger Ceren Sozerî, Bîrcan Degîrmencî, elîf Akgul, Pinar Ural û Habîbe Eren bûn. Di vê beşê de ji JINNEWS’ê nûçeya Midûra Karên Nivîsan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş a bi ser navê “Polîs tecawiz kir, dozger, bijîşk û polîs xwest veşêre” hêjayî xelatê hat dîtin.    Alagaş, di çarçoveya operasyona li Amedê li dijî rojnamegeran hatibû kirin de tevî 15 hempîşeyên xwe hatibû girtin. Alagaş, niha li Girtîgeha Jinan a Amedê tê ragirtin.    BEŞA KARÎKATÛRÊ   Di “Beşa Karîkatûrê” de jurî îmam Cîcî, Sefer Selvî û Asli Alpar bûn. Xelata yekemîniyê ya ê beşê di navbera du berheman de hat parvekirin. Xelat, di navbera karîkatûrê Ozgur Evran a bi navê “Atlasli” û yê Mûrat Îpek ê bi navê “Cesedê gul vekirî (gül açmış ceset)” de hate parvekirin. Karîkatûrê biçentîk ê Halîl Îbrahîm Çoban ku bi cesedan li dîwarê girtîgehê ve hatibû daliqandin jî hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hat dîtin.    XELATA RÛMETÊ DAN DAYIKAN   Di Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê Azad de her wiha Xelata Rûmetê jî hat dayîn. Dayikên ku bi mebesta berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin dest bi Nobeta Edaletê kirin, hêjayî Xelata Rûmetê hatin dîtin.