Tirkiyeyê êrişî gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir 2022-09-18 13:04:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye ji saetên serê sibehê ve bi çekên giran êrişî gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di vê çarçoveyê de navenda navçeya Zirgan a Kobanê, Til Temir, Girê Spî û Eyn Îsa jî di nav de gelek dever bombebaran kir.    Êrişên Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); Tirkiyeyê rêya Kobanê-Cerablusê bi çekên giran bombebaran kir û êrişî gundê Til Şeîr kir. Di saetên serê sibehê de gundê Qeremoxê bi topên hawanê bombebaran kir ku 14 kîlomîtroyan dikeve rojhilatê Kobanê. Di encama êrişan de ciwanê bi navê Xelîl Bedr (18) birîndar bû û rakirin nexeşxaneyê.    Komîteya Çalakiyan a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê ragihand ku meşa ku dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bihata lidarxistin jî ji ber êrişên Tirkiyeyê hatiye taloqkirin.    ÊRIŞÎ QAMIŞLO Û AMÛDÊ KIRIN   Artêşa tirk her wiha gundên Amûdê û Qamişlo jî hedef girt. Tirkiyeyê bi topan êrişî gundê Cirnikê yê li rojavayê Amûdê kir. Di heman demê de gundê Til Zîwan û bajarokê Hîmo yên Qamişloyê jî bombebaran kir. Têkildarî encamên êrişan heta niha agahî nehatine bidestxistin.    Li gorî agahiyan; artêşa tirk di heman demê de gundê suryanan ê bi navê Rûtal ê li bakurê rojhilatê Tirbespiyeyê jî hedef girt.    ÊRIŞÊN SER EYN ÎSA Û GIRÊ SPÎ   Tirkiyeyê ku êrişî gundên Seyda, Mişêrfê, Cehbel, Fatsa, Hoşan, Dixêlîb û Dibis ên Eyn Îsayê kir, bi awayekî hemwext gundên Qirunfil, Xirbet Beqer, Bîr Zinar û Evdiko yên Girê Spî jî bombebaran kir.    Balafirên keşfê yên Tirkiyeyê jî niha li asîmanê Eyn Îsayê difirin.    ÊRIŞÊN SER HESEKÊ Û TIL TEMIRÊ   Her wiha Tirkiyeyê navçeya Zirgan a Hesekê û çoltarên wê û gundên Til Tewîl, Tewîla û Eboş ên Til Temirê jî bi dijwarî topbaran kir.