Wezaretê got ku sedema rabûna lehiyan şaredariya AKP'î ye 2022-09-18 14:34:02   MÛŞ - Wezareta Çandinî û Daristan bersiv da pêşnûmepirsê û daxuyand ku berpirsê lêhiya li bajarokê Konûklar a Mûşê, şaredariya AKP’î ye.    Di 28'ê nîsanê û 16'ê gulanê de li gundê Korpeagaç ê bajarokê Konuklar ê Mûşê Rûbarê Handepê boş bû û lehî rabû. Ji ber lehiyê, zeviyên çandiniyê yên şêniyên gund di bin avê de man û ziyaneke mezin gihiştê. Parlamentera Mûşê Şevîn Coşkûn têkildarî mijarê di 20'ê gulanê de pêşnûmepirsek da Meclisê. Coşkun di pêşnûmepirsê de destnîşan kir ku gelek caran lehî radibe û zeviyên gund di bin avê de dimînin lê tevî vê yekê jî ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Coşkun, sedema neçareserkirina vê pirsgirêkê ji Wezîrê Çandinî û Daristanê yê Tirkiyeyê Vahît Kîrîşçî pirsî.    Wezaretê bersiv da pirsên Coşkun û diyar kir ku hêj tu tu xebatên timarkirina Rûbara Handepê nehatine kirin û got ku sedema lêhiyên ku radibin jî bi Wezaretê re eleqedar nînin. Wezaretê destnîşan kir ku berpirsê vê yekê Şaredariya herêmî ye û wiha got: “Ji ber ku menfezên bin rêyan hatine çêkirin ne li gorî pêwistiyê hatine çêkirin û lêhî jî ji ber vê yekê pêk hatine. Dema ku menfezên halê hazir bên xerakirin û li gor pêwistiyê ji nû ve bên çêkirin, careke din lêhî ranabe. Tu eleqeya Wezareta me bi menfezên hatine çêkirin re tune ye. Rêveberiyên şaredariyên kevn ev menfezên bi xeletî çêkirine.”