Rapora Hengawê ya Îranê: 38 kes birîndar bûn, 13 kes hatin girtin 2022-09-19 11:19:32   ENQERE - Hengawê têkildarî êrişên polîsên Îranê yên li dijî çalakiyên protestoyî yên ji bo qetilkirina Mahsa Amînî tên lidarxistin raporek amade kir û da zanîn ku di êrişan de 38 kes birîndar bûn û 13 kes jî hatin girtin.    Jina ciwan a kurd Mahsa Amînî li Tehranê bi hinceta ku pora wê xuya dike ji hêla polîsên exlaqê yên rejîmê ve hate derbkirin û qetilkirin. Bi kuştina Amînî re li rojhilatê Kurdistanê û gelek bajarên Îranê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin û ev çalakî hêj berdewam in. Rêxistina mafên mirovan Hengawê têkildarî êrişên çalakiyên protestoyî raporek amade kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku hêzên taybet ên Îranê li Seqiz û Sanandajê êrişî çalakvanan kir û herî kêm 38 kes birîndar kirin û 13 kes jî girtin.    REWŞA 5 KESAN GIRAN E   Di raporê de tê destnîşankirin ku di encama êrişên hêzên taybet ên rejîmê ên di çalakiyên roja yekşemê de 33 kes birîndar bûn û ji birîndaran rewşa 5 kesan giran e û niha li nexweşxaneyên Tebrîzê tên dermankirin. Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku guleyên plastîkê li çavên Persa Sehat a 23 salî, Nêçîrvan Marufî yê 18 salî û Kîan Derakşan ketine û niha tên dermankirin.   Bi domdarî hat gotin ku 14 kesên duh di çalakiyên Seqizê de birîndar bûyîn rakirine Nexweşxaneya Shafayê û tevî birîndariya xwe jî rastî tacîzên hêzên ewlekariyê hatine û xistine rapirsînê. Her wiha hat ragihandin ku zext li nexweşxaneyan tê kirin ku hejmara birîndaran û rewşa wan a tendurisiyê de agahiyan parve nekin.    ZAROK HATIN GIRTIN   Li gorî raporên nexweşxaneyê ku Hengawê bi dest xistine, di çalakiyên duh ên li Sanandajê de 3 kes bi çeka cifte ya polîsan birîndar bûn û yek jê 14 salî 2 keçên ciwan jî bi copan hatin derbkirin. Li gorî agahiyên ji hêla Hengawê ve hatine piştrastkirin; li Sanandajê heta niha 8 kes ji hêla hêzên ewlekariyê ve hatine girtin. Ji kesên hatin girtin navên çend kesan ev in: “Arîan Majîdzadeh (17), Mîdîa Rahîmî (17), Ahwan Houshmand, Kamyar Heydari û Bahram Dîdar.”   LI SER TELEFONÊ GEFAN DIXWIN   Di heman demê de Hengawê da zanîn ku hêzên ewlekariyê li bajarên Sanandaj û Seqizê li ser telefonê li gelek aktîvîstên kurd digerin, tacîz dikin û gefa girtinê lê dixwin. Di raporê de hat destnîşankirin ku ji van kesan re tê gotin ku tev li çalakiyan nebin û li ser medyaya civakî jî derheqê greva giştî ya ji bo mirina Amînî dê li eyaleta Kurdistanê bê lidarxistin parve nekin.    GREVA GIŞTÎ ÎRO DEST PÊ DIKE   Partiyên kurd ên rojhilatê Kurdistanê bi mebesta protestokirina qetilkirina Mahsa Amînî ji hêla hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê ve, bang kiribûn ku di 19’ê îlonê (îro) de greva giştî bê destpêkirin.