Mûsa Anter dê li cihê hatiye qetilkirin bê bîranîn 2022-09-19 12:48:50 AMED - Zanyarê kurd Apê Mûsa (Anter) dê sibe li Taxa Cumhuriyetê ya Amedê bê bibîranîn. Sekreterê Giştî yê DFG’ê Cûma Daş got ku ne tenê rojnameger lê divê hemû kesên xwedî wijdan beşdarî bîranîna Apê Mûsa bibin.    Zanyar, nivîskar û rojnamegerê kurd Apê Mûsa (Anter) di 20’ê îlona sala 1992’yan de li Kolana 442’yan a Taxa Cumhuriyetê ya Semta Seyrantepe ya Amedê ji hêla tetîkkêşên JÎTEM’ê ve hate qetilkirin. Bi ser qetilkirina Apê Mûsa re 30 sal derbas bûn. Tevî delîlan jî hewl dan heye ku doza cînayeta Anter ber demborînê bixin.    Tê payîn ku di danişîna dozê ya 21’ê îlonê de şandeya dadgehê biryara xwe bide. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) dê di 20’ê îlonê saet di 11.30’an de li Kolana 442’yan a li Taxa Cumhuriyetê ya Yenîşehîr a Amedê merasîma bîranînê li dar bixe. Di heman rojê saet di 16.00’an de jî dê rojnameger li ser gora Apê Mûsa ya li gundê Sitîlîlê ya Nisêbîn a Mêrdînê jî merasîma bîranînê li dar bixin.    BANGA TEVLIBÛNÊ   Têkildarî mijarê Sekreterê Giştî yê DFG’ê Cûma Daş axivî û da zanîn ku sibe saet di 11.00’an de dê Apê Mûsa li cihê hatiye qetilkirin û saet di 16.00’an de jî li ser gora wî bi bîr bînin. Daş, got ku dê Apê Mûsa bi minet û rêzdarî bi bîr bînin û ev tişt anî ziman: “Bi ser qetilkirina Apê Mûsa re 30 sal derbas bûn. Em jî di vê rêwîtiya dirêj de her sal di 20’ê îlonê de kujerên wî û pêvajoya darazê dipirsin. Banga me ew e ku ne tenê rojnameger lê hemû kesên xwedî wijdan sibe beşdarî merasîma bîranînê ya Apê Mûsa bibin. Apê Mûsa ne tenê rojnameger bû; bi kirinên xwe, bi nivîsên xwe û bi tiştên jiyayî re bûbû hafizeya civakê. Çend heyf û mixabin ku pêvajoya hiqûqî ya ji destpêkê ve seqet dimeşiya, di 21’ê îlonê de bi sedema demborînê dê bi tevahî bikeve. Lê rêya ku Apê Mûsa xêz kiriye gelek dirêj e. Em ê hêj gelek bimeşin û gelek nûçeyên ku em ê çê bikin hene.”