Artêşa tirk Amediye û Metîna bombebaran kir 2022-09-19 14:44:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên artêşa tirk gundên Amediyeyê û rêzeçiyayên Metînayê bombebaran kirin.    Balafirên şer ên artêşa tirk Metîna û Amediye yên Herêma Federal a Kurdistanê bombebaran kir. Li gorî nûçeya Rojnewsê; balafirên şer li gel rêzeçiyayên Metînayê ku li nêzî Dihokê ne, her wiha gundê Sekirîn ê Amediyeyê jî bombebaran kir. Têkildarî encamên bombebaranê heta niha tu agahî nehatine bidestxistin.