Dosyaya teduristiyê ya Sîbel Balaç şandin ATK’ê 2022-09-19 15:49:35   ENQERE - Girtiya bi navê Sîbel Balaç bi mebesta “darizandina adilane” dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribû. Lijneya tenduristiyê rapora xwe ya derheqê Balaç de ji ATK’ê re şand.    Girtiya bi navê Sîbel Balaç ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, bi mebesta “darizandina adilane” dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribû. Çalakiya Balaç di roja 282’yan de berdewam dike. Balaç rakirin nexweşxaneyê lê çalakiya xwe li nexweşxaneyê jî didomîne. Parêzera Balaç, Ceren Yilmaz di 6’ê îlonê di çarçoveya xala 16’emîn a Qanûna Înfazê de serlêdan kiribû ku cezayê Balaç bê paşdexistin. Di 7’ê îlonê di roja 265’an a çalakiyê de Balaç ji bo tetkîkan sewqî Nexeşxaneya Dişkapi ya Yildirim Beyazit a Enqereyê hatibû kirin. Hat zanîn ku Balaç di odeya girtiyan a avahiya pêvek a nexweşxaneyê de tê ragirtin.    Di 7 rojên nexweşxaneyê de Balaç 3 kîlo dan û di 16’ê îlonê de sewqî Lijneya Tenduristiyê hatibû kirin. Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) têkildarî rewşa Balaç li ser hesaba xwe ya medyaya civakî daxuyanî dab.    RAPOR JI ATK’Ê RE HAT ŞANDIN   Parêzeran di daxuyaniya xwe de diyar kir ku rapora Lijneya Tendrustiyê ya derheqê miwekîla wan de nîşanî wan nayê dayîn û ev rapor ji Saziya Tipa Edlî (ATK) re hatiye şandin. Buroyê xwest ku ATK di zûtirin demê de biryara xwe bide ku cezayê Balaç bê taloqkirin.