Nexweşê penceşêrê Huseyîn Dûrmaz bila bê berdan 2022-09-19 15:56:16   STENBOL - Parêzer û malbata girtiyê nexweşê penceşêrê Huseyîn Durmaz diyar kirin ku tedawî kirina wî ya li girtîgehê ne pêkan e û xwest ku Dûrmaz bê berdan.    Yekitiya Têkoşînê (Mucadele Bîrlîgî) têkildarî rewşa girtiyê nexweşê giran ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kiriklarê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar xist. Li eywana ku daxuyanî lê hate dayîn pankarta “Ji Huseyîn Dûrmaz re azadî, bila zindan hilweşin, ji girtiyan re azadî” û wêneyên Huseyîn Dûrmaz hatin vekirin. ÎnîsiyatîFA Piştevaniya bi Girtiyan re (TDÎ) û ÎHD’ê piştgirî da daxuyaniyê. Xwişka Dûrmaz Şerîfe Taşkin jî beşdarî daxuyaniyê bû.    ‘GELEK PIRSGIRÊK HENE’   Ewilî ji Yekitiya Têkoşînê Fatma Yildirim, nameya ku Dûrmaz şandibû xwend. Yildirim, diyar kir ku Dûrmaz di nameya xwe de gotiye ku ne pêkane di girtîgehê de bê dermankirin. Yildirim a nameya Dûrmaz xwend, wiha got: “Hem xwarin vexwarin, hem paqijî hem jî cih ne guncav e. Di çûyîn û hatina nexweşxaneyê de gelek pirsgirêkên weke wesayîtên ring, her tim leşker li cem te bin, pirsigirêkên bi dest xistina xwarinê, bisînorbûna malzemeyên paqijiyê gelek pirsgirêk hene. Elbet di serî de moral û motivasyon. Her tim tê gotin ku ji bo tedawiya kanserê baş e. Kes motivasyona bi kelemçe û ya bêkelemçe nîqaş nake.”   Yildirim, da zanîn ku Yilmaz di nameya xwe de diyar kiriye ku dizane ku di pêvajoyeke zehmet de derbas dibe, moralê wî baş e û wiha gotiye: “Ez difikirim ku min dest bi şerekî nû ku ez ê bi ser bikevim kiriye.”   DAXWAZA BERDANÊ    Dû re xwişka Dûrmaz, Şerîfe Taşkin axivî û diyar kir ku birayê wê beriya 2 hefteyan lê geriyaye gotiye nexweş e. Taşkin, da zanîn ku birayê wê nexweşbûna xwe bi malbatê re parve nekiriye û wiha got: “Got ku baş e lê pêdiviya wî heye ku ji derve xwarinê bigire. Ji ber bi wesayîta rîngê tê û diçe rîska mîkrop girtinê heye. Ez dixwazim birayê min bê berdan.” Taşkin, bi lêv kir ku her tim li cem birayê xwe ye û anî ziman ku li bendê ne ku herkes piştgiriya manewî bidine wan.   ‘LI GIRTÎGEHÊ NE PÊKAN E’    Parêzera Dûrmaz, Seher Dûrsûn, da zanîn ku piştî teşhîsa penceşêrê serlêdana taloqkirina înfazê dane û têkildarî vê yekê hêj bersiv negirtine. Dûrsûn, destnîşan kir ku tedawiya Dûrmaz a di girtîgehê de ne pêkan e û wiha got: “Ji ber ku divê şertên paqijiyê baş bin. Divê biçe nexweşxaneyê û were. Di destê me de lîsteya parêzê heye. Me ev ji girtîgehê jî ragihand lê nepekane girtîgeh vê pêşwazî bike. Divê bê xwê bixwe lê ne pêkan e ku vê pêk bîne. Divê sebze û fêkî yên dixwe bên paqijkirin. Ev hemû bên pêşwazîkirin jî ji bo baş bibe moral û motivasyon hewce ye. Ev li girtîgehê ne pêkan e.”   BANGA XWEDÎ DERKETINÊ    Dûrsûn, bi lêv kir ku hemû serlêdanên hiqûqî kirine, divê rapora nexweşxaneyê ya Dûrmaz derkeve û sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) bibe. Dûrsûn, da zanîn ku divê ATK biryara berdana Dûrmaz bide û bang li herkese kir ku xwedî li girtiyên nexweş bê derketin.   ‘DIVÊ DEMILDEST BÊ BERDAN’   Dû re li ser navê Yekitiya Têkoşînê Muhammet Hîzmetçî metnê daxuyaniyê xwend û qala girtin û nexweşiya Dûrmaz kir. Hîzmetçî destnîşan kir ku Dûrmaz nikare di şertên girtîgehê de bê dermankirin û divê demildest bê berdan.