Polîsan li Amedê rojnameya Xwebûnê desteser kirin 2022-09-19 16:05:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan li otogara Amedê 100 rojnameyên hejmara 144’emîn a rojnameya Xwebûnê desteser kirin.    Polîsan li otogara Amedê 100 rojnameyên hejmara 144’emîn a rojnameya Xwebûnê desteser kirin û destûr nedan ku rojname ji Mersînê re bên şandin. Li gorî nûçeya rojnameya Xwebûnê di 17 û 18’ê îlonê de polîs çûne Otogara Amedê û pirsa rojnameya Xwebûnê kirine.   Destpêke polîs di 17’ê îlonê de saet di 4’an de çûne otogara Amedê û ji fîrmaya rojnameyan dibe Mersînê pirsa ku kê rojnameyan radestî wan dike û dişînin ku derê kirine. Dema ku rayedarên fîrmayê dibêjin ku rojnameyan dibin Mersînê polîs 100 rojnameyan desteser dikin û destûr nadin ku fîrma rojnameyan bişîne Mersînê.   HEWL DANE ROJNAMEYÊN BIÇIN SEMSÛRÊ JÎ DESTESER BIKIN   Rojek piştî vê di 18’ê îlonê de 6 polîs careke din diçin otogarê û kamerayên otogarê kontrol dikin. Piştî ku fêr dibin rojnameya Xwebûnê çûye Semsûrê jî nimreya otobusa ku rojnameyan biriye digirin û li ajokarê wê digerin.   Polisên ku hejmareke rojnameya desteser kirine û hewl dane rojnameyên çûne Semsûrê jî desteser bikin ne polêsên otogarê ne û ji bo desteserkirina rojnameyan tu hincet nîşan nedane.