Li Kobanê bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan 2022-09-19 16:54:17 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kobanê bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrişên Tirkiyeyê yên li ser Kobanê meşiyan.    Li bajarên Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û zêdetirî 17 meh in tu agahî jê nayên girtin û êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Kobanê meşek li dar xistin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), di çalakiyê de girseyê azadiya fîzîkî ya Ocalan daxwaz kirin.    Di çalakiyê de girseyê wêneyên Ocalan û pankarta “Bi berxwedana gelan em ê pergala Îmraliyê têk bibin û em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.” vekiribûn. Çalakvan ber bi Qada Şehîd Egîd ve meşiyan. Di dema meşê de welatiyan bi dirûşman azadiya fîzîkî ya Ocalan berz kirin û êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin. Piştî girse gihiştî Qada Şehîd Egîd, Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl axivî û tecrîda girankirî ya li ser Ocalan şermezar kir. Xelîl, bi domdarî diyar kir ku Ocalan ji bo gelên herêmê ji tunebûnê jiyaneke azad afirandiye û wiha domand: “Bi ramanên xwe yên azad, projeya neteweya demokratîk afirand ku bi saya wê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hev re azad û dûrî nîjadperestiyê dijîn.”   ‘DIXWAZIN KESÊN JI FIKRÊN OCALAN BAWER TUNE BIKIN’    Xelîl, di berdewamê de destnîşan kir ku projeya Ocalan, projeyên faşîst têk birin û wiha pê de çû: “Lewma jî li dijî wê komplo hat kirin. Lê belê hewldana dûrxistina wî ya ji gelê herêmê têk çû. Piştî ku dîtin nikarin ramanên wî yên azad kontrol bikin, xistine tecrîda girankirî. Dewleta tirk jî îro bi êrişên xwe yên dagirkeriyê yên li dijî herêmê re dixwaze kesên îdeolojiya Rêber Ocalan qebûl kirine ji holê rake. Rûsya jî bi bêdengiya xwe dibe şirîkê van êrişan. Dema wê hatiye ku Rûsya wijdana xwe li hemberî kesên çeteyên DAIŞ’ê têk birin hişyar bike.”    Çalakî bi dirûşma “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.