Qetilkirina Mahsa Amînîyê hat şermezarkirin 2022-09-19 20:24:10       AMED -  KADAP’ê qetilkirina Mahsa Amîniyê ku li Îranê ji aliyê polîsên exlaqê ve hatibû qetilkirin, bi daxûyaniyekê şermezar kir.    Platforma Jinan a Amedê a Dicleyê (DAKAP), li Parka Hazalê têkildarî qetilkirina Mahsa Amîniyê ya 22 salî ku li Îranê ji aliyê polîsên exlaqê ve bi lêdan û îşkenceyê hatibû qetilkirin, daxuyanî da. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulîstan Atasoy, Parlementera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em jin in, kurd in, em li ber xwe didin, em di raperîne de ne, serî natewînin” hat vekirin.   'QEDA BI NAMÛSA WE KEVE'   Beriya daxuyaniyê Parlementera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît axivî û wiha got: “Em ji ber kenê xwe, ji ber etegên xwe yên kin tên qetilkirin. Li her derê cîhanê jin tên qetilkirin. Li Îranê jin tên qetilkirin, li vî welatî ji ber polîtîkayên AKP’ê jin tên qetilkirin. Em vê hişmendiyê ji qetilkirina Ekîn Van, dayika Taybet û Îpek Erê dizanin. Wezareta Îranê daxûyanî daye û gotiyê ‘polîsên me namûsa xwe parastiye.’ Qeda bi namûsa we keve. Em jinên kurd ku wisa difikirin ku cîhaneke din pêkan e, em ê wê cîhanê ava bikin. Bijî hevkariya jinan, bimre faşîzm û desthilata serdest a mêrî."   XWEPARASTIN   Daxuyaniya hevpar ji aliyê Kiymet Yildizê ve hat xwendin. Yildizê ev tişt gotin: “Jin, ji aliyekî ve li hemberî şerê pergala baviksalariyê têdikoşin, ji aliyê din ve jî li dijî koçberî, feqîrî, komkujî û kuştinên di encama şerên qirêj ên hêzên hegemonîk de rû didin têdikoşin. Li cîhanê sedema herî girîng a tundiya li ser jinan şer û pêvçûnên tên kirin bi xwe ne. Dîsa li paytexta Îranê Tehranê jina bi navê Mahsa Amînî ji ber ku şara wê ne îslamî bûye, ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve hat binçavkirin. Di binçavan de Amînî rastiyê tundî û îşkenceyê hat û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Jin ji ber ku li hemberî vê hişmendiyê, li hemberî ferzkirina sergirêdanê, qedexekirina cil û bergan li ber xwe didin her roj bi cezayên giran re rû bi rû dimînin. Li Îranê, Ermenîstanê, Sûriyê, Ukraynayê, Afganîstanê, Pakîstanê, Îraqê, li welatê xwe, li seranserê cîhanê ji bo jina mirin, tundî, feqîrî, koçberî û êş rewa tê hesibandin. Gelek êriş li hemberî mafên jinan û azadiya jinan tê kirin. Jin, hewce ye li hemberî van kiryaran mafê xweparastinê bi kar bîne. Em ê têkoşîna xwe ya bi rêxistinkirî li hember şer, tundî, faşîzm û bişaftinê mezintir bikin. Em ê civakeke demokratîk ya aştiyane, wekhevî, azad, ekolojîk û azadiya jinan esas digire ava bikin.”   Daxûyanî bi çalakiya rûniştinê û bi berzkirina dirûşmeyên “jin jiyan azadî”, “bijî hevkariya jinan” û “em bêdeng nabin, em natirsin, em îtaet nakin” bi dawî bû.