Rojhilatê serî hilda 2022-09-19 23:19:55       NAVENDA NÛÇEYAN – Bi hezaran kes li Îranê û bajarên Rojhilatê qetilkirina Mahsa Amîniyê protesto kirin. Tevî hemû êrişên çekdarî yên hêzên rejîmê jî gel li kolana ye.    Çalakiyên protestoyî yên piştî qetilkirina Mahsa Amîniyê ku polîsên exlaqê yên Îranê bi hinceta ku porê wê xuya dike ew bi îşkenceyê qetilkirin, li seranserê welêt berbelav bûn. Li Rojhilatê û bajarên Îranê bi hezaran kes rejîma Îranê protesto dikin. Li bajarên Dîwandere, Seqiz, Sinê, Bokan, Kirmanşah û Makoyê bi hezaran kes daketin qadan û dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî", "Kurdistan, Kurdistan goristanî faşîstan" û "Bimre bimre dîktatorî" berz kirin.   SERHILDAN   Piştî êrişa hêzên rejîmê, xwepêşanderan li gelek deveran barîkat danî nû agir vêxistin. Hêzên rejîmê jî li gelek cihan xwepêşanderan gulebaran kir. Hat diyarkirin ku di guleberanê de li Dîwandereyê herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest daye û 10 kes jî birîndar bûne. Her wiha hat destnîşankirin ku bi dehan kes jî hatine binçavkirin û rastî îşkenceyên giran hatine.   Li bajarê Seqiz ê Rojhilatê jî li dijî xwepêşanderan êrişeke çekdarî pêk hat. Lê tevî hemû êrişan jî gel li kolana ye û serî rakiriye.    JIN LI BER XWE DIDIN   Li gelek bajaran bi hezaran esnaf bi daxistina derebayên dikanên xwe mirina Amîniyê protesto kirin. Her wiha jinan û xwendekaran jî çalakiyên protestoyî li dar xistin. Jinan bi berzkirina dirûşmeyên “Bimre dîktatorî” û “Bimre Komara Îslamî” bertekên xwe nîşan dan.    Her wiha jinan porê xwe kur kirin û bi rêya hesabên xwe yên medyaya sanal dîmenên dema porkurkirinê belav kirin bi vî awayî qetilkirina Amîniyê protesto kirin.