‘Çopên ku li Newala Hespistê tên rijandin gefê li hawirdorê dixwin' 2022-09-20 09:05:47   BEDLÎS - Çopên li Newala Hespistê ya Xîzanê tên rijandin gefê hem li tenduristiya mirovan hem jî li xwezayê dixwin.     Çopên gundê Xorozê yê navçeya Xîzan a Bedlîsê li Newala Hespistê tên rijandin. Newala ku heya Bedlîsê tê û di nava 30 gundan re derbas dibe, bi çopên ji aliyê şaredariyê ve tên rijandin tê qirêjîkirin. Gundiyan bi lêv kir ku av jehrî bûye û heywanên ava newalê vexwarine jî mirine.    ‘ÇOPA NAVÇEYÊ LI NEWALÊ TÊ RIJANDIN'   Ji şêniyên gundê Xorozê Îkbal Koçman anî ziman ku hemû çopên navçeya Xîzanê bi tankêran li ber Newalê tên rijandin û tew carinan li nava rê tên rijandin. Koçman diyar kir ku çopên tên rijandin gefê li wan dixwin û wiha got: “Çopên li vir tên rijandin, gefê hem li bûnewerên li vir hem jî li tenduristiya gundiyan dixwin. Ev çop dibin sedema mirina heywanan. Di nava çopê de madeyên şewatbar hene. Ji ber vê sedemê tim dûman derdikeve û bêhneke nebaş belav dibe. Em gundiyên li vê herêmê ji ber vê gazinan dikin. Hem me hem jî keyayan daxwazname dan, lê tiştek jî nehat kirin. Dîsa çopên xwe davêjin vir. Em dixwazin ev çop bi awayekî ji vir bê rakirin."   Ji gundiyan Mahşûk Karlidag jî diyar kir ku çopên ku tên avêtin bûnewerên li newalê dikuje û got ku ev pêkanîn bi giştî tenê li bajarên kurdan tên kirin. Karlidag, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heywan ji vê newalê avê vedixwin. Gel pêdiviyên xwe yên avdana zeviyan pêk tînin. Divê çop li vir neyên avêtin. Helbet ev rewş ji bo rayedaran hêsan e, lewma serî li rêbazeke wiha didin. Dema em bi wesayîtan di vir de diçin em tim camên xwe digirin. Ev der qada daristanî ye, heke şewat derkeve wê bi hezaran dar bişewitin. Yekane daxwaza me ew e ku demildest ev mesele bi dawî bibe. Bi giştî ev tişt li bajarên kurdan tê kirin. Li rojavayê Tirkiyeyê tiştekî wisa nîn e."    ‘EM DIXWAZIN BÊ ÇARESERKIRIN'   Keyayê gundê Tiyê Mûzaffer Aslan jî diyar kir ku êdî divê çareyek bê dîtin û got ku heya niha gelek caran serî li saziyên eleqedar dane, lê tiştek nehatiye kirin. Aslan, axaftina xwe wiha domand: "Çopên ku li vir tên rijandin, hem gefê li bûneweran hem li xwezayê û hem jî li jiyana bûneweran dixwin. Mirov her tim nexweş dikevin. Me gelek caran ji parlementerên herêmê, şaredar û saziyên têkildar re gotiye, lê hê jî çareser nekirine. Wextekê bi hezaran masî di newalê de hebûn, lê piştî ku çop li vir hat rijandin hemû mirin. Her tim bêhneke genî tê. Em nikarin li malê bimînin. Divê em tim derî û paceyên xwe bigrin. Pêwîste êdî ev mesele bê çareserkirin."    ŞAREDARÎ: EM LI BENDA PROJEYÊ NE   Bi rêya telefonê me xwe gihand Şaredariya Xîzanê. Rayedaran diyar kir Projeya Îstasyona Çopê li ber qedandinê ye û gotin ku piştî temamkirina projeyê dê çop hew li newalê bên rijandin.