Tûran: Divê ne ATK raporên nexweşxaneyê esas bên girtin 2022-09-20 10:20:19   AMED - Seroka Odeya Tabîban Elîf Tûran diyar kir ku girtîgeh cihên bêtendurist û nexweşî lê derdikevinin û wiha got: “Divê yek saziya biryarê bide ne ATK be, divê raporên nexweşxaneyê esas bên girtin.”   Rewşa girtiyên nexweş ên gelek nexweşiyên wan hene her ku diçe girantir dibe. Girtiyên nexweş yên bi raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) yên dikarin “di girtîgehê de bimînin” terkî mirinê tên kirin û di bin çavdêriya dewletê de tên qetilkirin. Li gorî daneyên dawî yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di 8 mehên 2022’yê herî kêm 50 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Di encama biryarên rêveberiya girtîgehê, dozgeriyê û ATK’ê dayî de hêj jî girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin û bêdengiya desthilatê ya di vê mijarê de jî didome.    Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran, diyar kir ku mafê tenduristiyê yên girtiyên nexweş ji destê wan hatine girtin.    ‘GELEK BINPÊKIRINÊN MAFAN HENE’   Tûran, bi lêv kir ku hem ji girtîgehan hem jî ji malbatên girtiyan gelek kes serî li wan didin û wiha got: “Di nava van binpêkirinên mafan de yên herî zêde tên dîtin mafê xwe gihandina tenduristiyê ye. Kesekî tê girtin ji bilî azadbûnê di warê mafên din de bi kesekî li der ve re xwedî mafên hevpar e. An ku weke mafên xwe gihandina tenduristî, paqijî, xwarin, derman û hwd. nin. Lê di serlêdanên ji me re tên kirin de herî zêde mafê tenduristiyê tê binpêkirin.”   Tûran, bi lêv kir ku girtîgeh cihên bêtendurist in û wiha berdewam kir: “Ji ber ku hejmareke qelebalix heye. Di mijara belavbûna nexweşiyan jî cihên guncav in. Me ev di pêvajoya pandemiyê de dît, dem adi kesekê de nexweşiya kovîdê derket dikare belavî hemû girtîgehê bibe. Dema em van şert û mercan digirin dest em dikarin bêjin cihên ku nexweşî lê derdikevinin. Dema ku em li serlêdanan dinerin, dem dibînin ku sewqê li nexweşxaneyan gelek domdirêj dibin û dibe sedemê pêşveçûna nexweşiyên kronik.”   ‘DIVÊ ATK TENÊ NEYÊ ESAS GIRTIN’   Tûran, bi bîr xist ku li girtîgehên Tirkiyeyê bi sedan girtiyên nexweş ên giran hene û rewşa Aysel Tûglûk û Mehmet Emîn Ozkan weke mînak nîşan da û wiha lê zêde kir: “Tevî raporên nexweşxaneyan ên derbarê Aysel Tûglûk û Mehmet Emîn Ozkan de rapora ATK ya ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ esas hate girtin. Em her tim dibêjin; divê ATK weke yekane saziya berpirsyar esas neyê girtin. Li nexweşxaneyên her tiştê wan temam ku girêdayî Wezareta Tenduristiyê, heke şandeyeke pispor dikare kom bibe, divê nêrîna wan esas bê girtin. Di mijara tenduristiyê de divê li gorî rûmeta mirovahiyê were tevgerîn.”   ‘MÛAYENEYA BI KELEMÇE ÎŞKENCE YE’   Tûran, bertek nîşanî pêkanîna mûyaneya bi kelemçe ya li dijî girtiyan da û anî ziman ku mirovekî bi kelemçe nikare baş bê mûayenekirin. Turan, destnîşan kir ku çawa nêzîkî nexweşên din dibin divê bi heman awayî nêzîkî nexweşên ji girtîgeh an miduriyeta polîsan tînin nexweşxaneyê jî bibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em têkildarî ku kesekî ji azadiya xwe bê par hatiye hiştin divê çawa bê muayene kirin, Protokola Stenbolê esas digirin. Dema em nexweşekê muayene dikin ew kes ji bo me tenê nexweş e. Sûcê kirî çi be bila bibe, ji ku hatibe bila hatibe. Mûayeneya bi kelemçe, mûameleya nebaş û îşkence ye.”   ‘DIVÊ RAPORÊN NEXWEŞXANEYAN ESAS BÊN GIRTIN’   Tûran a got “mafê tenduristiyê mafekî bingehîn e” axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dikarin weke mafê jiyanê bibînin. Em mafê jiyanê diparêzin. Divê sînordarkirina di mijara xwe gihandina tenduristiyê de bê rakirin û neyê ji bîr kirin bi kesekî li derve re xwedî heman mafan e. Divê demildest girtiyên rewşa wan gelek giran û nikarin di girtîgehê de bijîn bên berdan. Dîsa divê weke yekane cihê biryarê ne ATK raporên nexweşxaneyan esas bên girtin.”   MA / Eylem Akdag