Doza Anter sibe ye: Dibe ku doz bi necezakirinê biencam bibe 2022-09-20 10:39:51   ENQERE - Zanyarê kurd Apê Mûsa di 20’ê îlona sala 1992’yan de hat qetilkirin. Bi ser qetilkirina Apê Mûsa re 30 sal derbas bûn lê di dozê de tu pêşketin çênebûn. Danişîna dozê sibe ye û dibe ku şandeya dadgehê bi hinceta demborînê dozê bigire.    Zanyar, rojnameger û nivîskarê kurd Apê Mûsa (Anter) di 20’ê îlona sala 1992’yan de dema ji bo beşdarbûna Mîhrîcana Çand û Hunerê tê Amedê, di encama êrişa çekdarî de hat qetilkirin. Doza Mûsa Anter bi Doza Sereke ya JÎTEM’ê û ya Ayten Ozturk ve ku di sala 1993’yan de ji hêla Mahmût Yildirim ê bi koda “Yeşîl” hatibû qetilkirin kiribûn yek dosya û li bendê mabûn ku ber demborînê bikeve. Bi îro re ser cînayeta Anter re 30 sal derbas dibin. Tê payîn ku doz îro ber demborînê bikeve û danişîna dozê jî dê sibe bê dîtin.    Şandeya dadgehê de di Doza Anter an jî weke Doza Sereke ya JÎTEM’ê tê zanîn de danişîn her tim dan bi mehan piştre. Balkêş e ku danişîna dawî da rojek piştî roja ku doz ber demborînê dikeve. Di danişîna dozê ya 15’ê îlonê ya li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê de şandeya dadgaehê danişîna dozê da rojek piştî roja ku doz ber demborînê dikeve. Anku danişîn tenê 6 rojan taloq kir.    Baş e lê di lêpirsîna cînayeta Anter de çi qewimî? Di mijara qetilkirina Anter de heta sala 2000’an jî tu lêpirsînên bibandor nehatin destpêkirin. Piştî ku lêpirsîn hinek pêş ket, malbata Anter di 22’yê sibata sala 2000’an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME’yê di sala 2005’an de biryara “hem ji hêla madî û hem jî ji hêla usûlê ve mafê jiyanê hatiye binpêkirin” da. DMME’yê tespît kir ku “Rapora Susurlukê” ya Meclisê ya sala 1998’an ku têkildarî qetilkirina Mûsa Anter de delîlên girîng tê de bûn ji hêla rayedaran ve nehatine bikaranîn.    JI BO DEMBORÎNÊ KÊM DEM MABÛ KU DOZ HAT VEKIRIN    Serdozgeriya Komarê ya bi Rayeya Taybet a Amedê 4 sal piştî biryara binpêkirinê ya DMME’yê anku di sala 2009’an de mikûrhatinên yek ji tetîkkêşên JÎTEM’ê yê berê Abdulkadîr Aygan weke “îxbar” qebûl kir û 17 sal piştre lêpirsîn careke din da destpêkirin. Tetîkkêşê JÎTEM’ê Aygan, di bîranîneke xwe de da zanîn ku plana qetilkirina Anter ji hêla kadroya herî pêş a JÎTEM’ê ve hatiye amadekirin. Li ser vê yekê jî derheqê îtîrafkarên PKK’ê Cemîl Işik, Alî Ozansoy, Abdulkadîr Aygan, Hamît Yildirim û Mahmût Yildirim ku bi nasnavê “Yeşîl” tê naskirin, biryara girtinê hat dayîn. Ji bo ku cînayeta Anter bikeve ber demborînê kêmek dem mabû ku Hamît Yildirim di 29’ê hezîrana sala 2012’an de hate girtin. Di sala 2013’an de jî derheqê Hamît Yildirim, Mahmût Yildirim û serhengê teqawid Savaş Gevrekçî de bi sedema “kuştina bi qesdî û gel ji bo serhildana çekdarî sor kiriye” îdianame hat amadekirin.    SIRGÛN BI TÊRÎ NEKIR, DOSYA KIRIN YEK   Îdianameya bi dîroka 25’ê hezîrana 2013’an de ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye amadekirin, di 5’ê tîrmeha sala 2013’an de ji hêla 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Piştî ku 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a bi Rayeya Taybet a Amedê hat girtin, dosya êdî li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Neqilkirina dozê ku di komkujiyên bi destê dewletê de hatine kirin de zêde tên dîtin, di Doza Anter de jî hat kirin. 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê piştî danişîna ewil, bi hinceta “ewlehiyê” ji bo ku dozê neqlî cihekî din bikin serlêdan kir. Di vê navberê de di Doza Sereke ya JÎTEM’ê ku li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dihat dîtin de geşedanek çêbû û biryar hat dayîn ku bi Doza Anter re bikin yek dosya. 5’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind, serlêdana 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê nirxand û Doza Anter şand Enqereyê. Doz li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin û şandeya dadgehê her çend ku daxwaza yekkirina dosyayan a 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran qebûl nekiribe jî, 5’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind di 29’ê çileya sala 2016’an de biryar da ku dosyayan bikin yek.    HAMÎT YILDIRIM HAT BERDAN   Di doza ku li Enqereyê dihat dîtin de tenê Hamît Yildirim girtî bû lê ew jî 5 sal piştre bi hinceta “girtina domdirêj”, di danişîna dozê ya di hezîrana sala 2017’an de hat berdan. Di dosyaya dozê de tu pêşketin çênebûn û bi tu awayî parastina bersûc Abdulkadîr Aygan ku li Swêdê dijiya nehat girtin. Danişînên dozê her carê bi mehan hatin taloqkirin û herî dawî jî di sala 2019’an de Doza Ayten Ozturk ku di sala 1993’yan de ji hêla Mahmût Yildirim ve hatibû qetilkirin bi Dosyaya Anter re kirin yek dosya.    DAXWAZA JI HEV CUDAKIRINÊ BIISRAR HAT REDKIRIN   Şandeya dadgehê di sala 2018’an de muzekkere nivîsand û xwest ku îfadeyê endamê JÎTEM’ê Abdulkadîr Aygan bi nivîskî were girtin. Lê belê Wezareta Edaletê guh neda vê daxwazê û bersiv neda. Di pêvajoya dozê de pêşketin çênebûn û ji parêzerên malbata Anter, Selîm Okçûoglû di danişîna 24’ê hezîrana sala 2020’an de da zanîn ku pêvajoya darizandinê 8 salan domiyaye û xwest ku ji hêla bersûc Savaş Gevrekçî û Hamît Yildirim ve dosya ji hev bên cudakirin û ji bo esasê jî dozger mutalaaya xwe amade bike. Lê belê şandeya dadgehê ev daxwaz red kir. Parêzerên malbata Anter ji sala 2020’an heta niha her tim di dozê de ku li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin de xwestin dosya ji hev bên cudakirin lê belê ev daxwaz biisrar hat redkirin.    ÎFADEYÊ AYGAN NEHAT GIRTIN   Şandeya dadgehê biryar da ku îfadeya Aygan raste rast bê girtin lê bêyî ku îfadeyê wî were girtin, yek ji bersûcan Cemîl Işik li Almanyayê mir û daxwaza belgeya mirina wî ji Wezareta Edaletê hat kirin û bêyî ku belgeyên wî werin şandin, daxwaza ku hêj doz ber demborînê neketî bila ji hev bê cudakirin nehat qebûlkirin û cînayeta Anter jî mîna dozên din ên JÎTEM’ê niha bi polîtîkaya necezakirinê re rû bi rû ye û xetere heye ku bikeve ber demborînê. Şandeya dadgehê di danişîna 15’ê îlonê de diyar kir ku dê dozê di çarçoveya sûcê li dijî mirovahiyê de binirxîne lê doz da rojek piştî roja ku doz dikeve ber demborînê. Vê yekê jî rê li ber şîroveyên ku di dozê de dê tiştek neguhere bi xwe re anî.    AYKOL: HEWL DIDIN DOZÊ BIGIRIN   Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol ku ji destpêkê heta niha doza cînayeta Anter ji nêz ve dişopîne, da zanîn ku di danişîna beriya “Betlaneya Edlî” de şandeya dadgehê hewl da danişîna dozê bide 20’ê îlonê lê li ser nerazîbûna parêzeran, danişîn di 15’ê îlonê de hatiye dîtin. Aykol, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Di danişîna 15’ê îlonê de dadgehê ji bo demborînê biryar neda û got ku ‘dê îdiayên ku qetilkirina Mûsa Anter sûcekî li dijî mirovahiyê ye’ jî di 20’ê îlonê de binirxîne. Lê belê bi liv û tevgera wan xuya dike ku dixwazin di zûtirin demê de doz ber demborînê bikeve û dozê bi dawî bikin. Weke nûnerên Çapemeniya Azad, ji bo ku nîşan bidin em li dijî vê neheqiya dîrokî ne, dê di 21’ê îlona 2022’yan saet di 16.00’an de li eywana 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bin.”    ‘YA KU JI DEST TÊ EM Ê BIKIN’   Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan ku dozê dişopîne da zanîn ku di danişîna dawî de diyar kirine ku cînayetên JÎTEM’ê kirin divê di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de bên nirxandin û wiha bi dawî kir: “Ev demekî dirêje em dixwazin doza Anter ji dozên din bê cudakirin lê ev daxwaz nehat qebûlkirin. Dê di danişîna 21’ê îlonê de şandeya dadgehê vê daxwaza me binirxîne. Lê xuyaye ku biryara demborînê xistine serê xwe. Ji bo ku ev nebe danişîna dawî, ya ku ji destê me tê em ê bikin. Darizandinên JÎTEM’ê têkiliya xwe bi pêvajoya siyasî re heye. Dema ev doz hatin destpêkirin, derdorên bi van cînayetan dihatin darizandin ji nava dewletê dihatin tesfiyekirin. Ji 2015’an bi destpêkirina şer re jî ev derdor dîsa çalak bûn. Desthilatdariya siyasî jî dest bi bikaranîna van kir. Dagdehan jî li gorî vê biryar dan û li şûna cezakirinê, hewl da wan paqij derxîne. Ji bo ku doz nekeve ber demborînê ya ku ji dest me tê em ê bikin. Banga min li raya giştî jî ew e ku piştgiriyê bidin.”