Dê giliya kesên ku îxmala wan di êrişa nijadperest de hene bê kirin 2022-09-20 10:58:41 ÊLIH - Birayê Abdûrrahman Bîrgun ê di êrişeke nijadperest de hatibû kuştin Selman Bîrgun, destnîşan kir ku hewl didin bûyera kuştina birayê wî bigirin û diyar kir ku ew ê giliya kesên di kuştina birayê wî de xwedî îxmal in bike.    Karkerên kurd ên ji Êlihê Abdûrrahman Bîrgun (47) û Hamît Oran (33) 11’ê îlonê dema ku li xaniyekî navçeya Cîde ya Kastamonûyê boyax dikirin rastî êrişa biçek ya kurê xwediyê xanî Serhat Ok hatin. Di êrişê de Abdûrrahman ê ku bi giranî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest dabû. Hinek derdorên çapemeniyê bûyerê weke “Kesekî li Kastamonûyê karkerên ku destên xwe dan bincilê hevjîna wî yên ketine nava baxçeyî, bi çiftê dan ber guleyan” da belavkirin. Lê karkerê ji êrişê birîndar xelas bûye Hamît Oran derbarê êrişê de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ew ji ber axaftina kurdî rastî êrişê hatine.    ‘DEMA CIL DIGUHERANDIN ÊRIŞ KIRIYE’   Birayê Abdûrrahman Bîrgun ê hatibû qetilkirin Selman Bîrgun diyar kir ku dixwazin serê vê bûyerê bigirin. Bîrgun anî ziman ku ew agahiya êrişa li birayê wî hatiye kirin ne ji polîs, leşker an jî dozger hîn bûne, rasterast ji kesên rastî êrişê hatine hîn bûne. Bîrgun, anî ziman ku saziyên fermî yên ku ew lê geriyane jî agahiyan nadin wan û got: “Êrişkar dema ku karker cilên xwe di jêrzemînê de diguhertin êriş kiriye. Birayê min bi guleya ku li patika wî ketiye jiyana xwe ji dest da. Hevalê wî Oran jî ji guleyên zikê wî û serê wî ketine birîndar bû. Gule pengizîne. Hevalekî wan ê din jî ji ber ku çûbû alavan bigire, ji êrişê xelas bûye.”    ‘BINCILÊN HEVJÎNA ZILAMÊ EZEB!’   Bîrgun diyar kir ku ji bo ku êriş bi aliyekî din ve bê kişandin, agahiyên şaş tên belavkirin û anî ziman ku belavkirina agahiya “bincil” jî ji ber vê yekê ye û wiha got: “Îdiayên 'bin cil, şîzofren, girtiyê tiryakê' diavêjin holê. Em dixwazin ev îdia werin lêkolînkirin. Dibêje bincilên hevjîna wî lê belê zilam ezeb e. Gelo dixwazin serê bûyerê bigirin. Dozger, polîs an jî cendirmeyan dixin dewreyê da ku serê bûyerê bigirin. Em ê destûr nedin vê yekê.”    ‘DERENG MUDAXILE KIRIN’   Bîrgun bi bîr xist ku derbarê pêkanîna bûyerê ji wan re tu agahî nehatine parvekirin û wiha axivî: “Rapora mirina wî dan destê me û em şandin. Ji me re gotin ku ew ê rapora otopsiyê piştî 6 mehan bidin me.” Bîrgun diyar kir ku bi derengî mudaxile li birayê wî yê birîndar kirine. Bîrgun anî ziman ku dê giliya kesên di bûyerê de îxmalkariya wan hene bike.