Malbata Şenyaşar: Heke edalet nebe nan jî tune ye 2022-09-20 11:45:29 RIHA - Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne diyar kir ku krîza aborî her ku diçe kûrtir dibe û wiha got: “Sedema krîza aborî nebûna edaletê ye. Heke edalet nebe, nan jî tune ye.”    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 561’an de berdewam kir. Dayika Emîne ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand. Ferît Şenyaşar jî di saetên serê sibehê de hat ber deriyê Edliyeya Rihayê û li “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” dest bi nobetê kir. Her wiha pankarta “Edalet ji bo malbata Şenyaşar, edalet ji bo her kesî” bi blokên beton ve hilayîst.    ‘HEKE EDALET NEBE NAN JÎ TUNE YE’   Malbatê têkildarî mijarê li ser hedaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Krîza aborî roj bi roj kûrtir dibe. Sedema kûrbûna vê krîza aborî, nebûna edaletê ye. Heke edalet nebe, mimkin nîne ku civakek bikare xwe li ser pêyan bigre. Heke em bixwazin pariyekî nan bibin malên xwe, divê em daxwaza edaletê bikin. Heke edalet nebe, nan jî tune ye. Heke edalet nebe aramî jî nîne!”