Îbrahîm Ayhan hat bibîranîn 2022-09-20 12:07:21   RIHA - Siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan ku li sirgûnê jiyana xwe ji dest dabû, di 4’emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.     Siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan di 20’ê îlona sala 2018’an de li Hewlêr a Herêma Federal a Kurdistanê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Ayhan, di 4’emîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Nato ya li Siwêreg a Rihayê hat bibîranîn. Li gel malbata Ayhan, her wiha Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Surucu, Omer Ocalan, Mahmût Togrûl, Mûsa Farisogûllari ku parlamenteriya wî hatibû xistin, parlamentera HDP’ê ya berê Çaglar Demîrel, rêveberên HDP’ê, endamên pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek welatî jî di merasîma bîranînê de amade bûn.    Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl axivî. Togrûl, da zanîn ku dê têkoşîna Ayhan bidomînin û wiha got: “Bi ser re çar sal derbas bûn û birîna me hêj nekewiyaye. Em her sal zanyariya wî tînin bîra xwe û bi bîr tînin. Peywira me ya herî girîng, xwedîderketina li têkoşîna wî ye.”   ‘BERXWEDANA XWE DOMAND’   Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî bi lêv kir ku her mirin, mirineke zû ye û wiha domand: “Mirina heval Îbrahîm hêj mirineke zûtir bû. Bo me bû birîneke xedar. Heval Îbrahîm di her kêliya jiyana xwe de têkoşiya. Di her saetê de ji bo gelê kurd li ber xwe da. Sekna wî ya di Kobanê de mînak bû. Em minetdarên wî ne. Heval Îbrahîm li dijî Dehaqan, berxwedana Îbrahîman domand. Hesreta wî azadiya gelê kurd bû. Em îro li ser gora wî soz didin ku heta wê hesreta wî pêk tînin dê têbikoşin. Bi ser re 4 sal derbs bûn lê hevalên wî bênavber têkoşiyan.”    GUL DANÎN SER GORA WÎ   Bîranîn, bi danîna gulan û bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû. Girse piştre jî çû serdana mala Ayhan a li navçeyê.