Malbatên Girtiyan: Rewşa girtiyan ne rewşeke wisa ye ku bi demê re bê vehêlandin 2022-09-20 13:30:22 AMED - Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan didome. Malbatan diyar kirin ku dê rewşa girtiyan bikeve rojeva Meclisê lê belê rewşa girtiyan ne rewşeke wisa ye ku bi mehan bê vehêlandin.    Bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin, malbatên girtiyan li Amedê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 308’an de li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê hat kirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Alîkarî, Piştevaniya Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) piştgirî dan çalakiya malbatan.    Ji yek ji xizmên girtiyên nexweş Herdem Mervanî di çalakiyê de axivî û got ku ev nêzî saleke nobeta xwe didomînin. Mervanî, da zanîn ku di dema nobeta wan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û wiha got: “Gelek pirsgirêkên mezin qewimîn. Hêj jî daxwaza me ya xwedîderketinê ya ji partiyên siyasî û wezîrê edaletê pêk nehatiye. Tişta em dixwazin ne tiştekî wisa ye ku ji demê re bê vehêlandin. Ne tiştekî wisa ye ku sersarî lê nêz bibin. Ji ber ku her carê agir bi malekê dikeve. Ev rûteşî ya welêt û me tevan e. Lewma em dibêjin çi dibe bila bibe xwedî li me derkevin û pêşî li mirinan bigirin.”   ‘HÊRSA ME MEZIN E’   Bi domdarî Mervanî anî ziman ku ew bi rewşa girtiyan diêşin û axaftina xwe wiha domand: “Lewma hêrsa me mezin e. Her carê girtiyeke nexweş jiyana xwe ji dest dide. Ev bêexlaqî ye, bêwijdanî ye. Ya ku tê kirin zilmeke mezin e. Gelo dê kî ji vê zilmê re bibêje êdî bes e? Ev zilm tenê li me malbatên girtiyan nayê kirin, li tevahiya zilmê tê kirin. Ji destê kê çi tê bila bê divê ji vê zilmê re bibêje êdî bes e. Em banga xwe dîsa dubare dikin; di zûtirin demê de xwedî li girtiyan derkevin û ji zilmê re bibêjin êdî bes e. Hem malbat û hem jî civak dixwaze ev pirgirêk çareser bibe. Em dizanin ku ev mijar dê bikeve rojeva meclisê. Lê belê rewşa girtiyan ne rewşeke wisa ye ku bi mehan bê vehêlandin. Bila li gorî hiqûqa xwe tevbigerin.”   Çalakî bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.