Tecawizkarê ku hatibû berdan li ser îtîrazê hate girtin 2022-09-20 13:40:34   MÊRDÎN - Tecawizkar bi navê Î.Y. ku li Kerboranê destdirêjî li zarokeke 14 salî kiribû, di parastina xwe de got “rizaya wê hebû” û dadgehê biryara berdanê dabû. Li ser îtîraza parêzer, dîsa hate girtin.    Li navçeya Kerboran a Mêrdînê zarokeke 14 salî ji hêla Î.Y. (18) ve rastî destdirêjiyê hatibû û tecawizkar Î.Y. di parastina xwe de gotibû “rizaya wê hebû.” Li ser vê yekê jî di 31’ê tebaxê de hatibû berdan. Parêzerê malbatê û dozgeriyê li dijî vê biryarê îtîraz kir û Dadgeriya Cezayên Silhê ya Mîdyadê neçar ma ku derheqê faîl Î.Y. de bi sedema “îstîsmarkirina zayendî ya li dijî zarokekî” biryara girtinê bide.    Piştî biryara girtinê jî faîl Î.Y. şandin girtîgehê.