AYM’ê daxwazên HDP’ê red kir 2022-09-20 15:22:34   ENQERE - Dadgeha Qanûna Bingehîn daxwazên HDP’ê yên ji bo delîlên lêzêdekirî bi temamî red kir     Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 26’ê tîrmehê di çarçoveya doza girtinê de ji bo delîlên lêzêdekirî parastina xwe pêşkeşî Dadgeha Qanûna Bingehîn kir. Parastin ji 13 rûpelan pêk dihat û dihat xwestin ku fezlekeyên derheqê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel û parlamenterê berê Behçet Yildirim de ku ji bo girtinê weke delîl hatibûn pêşkeşkirin ji dosyayê bên derxistin û ji ber ku endamê AYM’ê Kenan Yaşar bi sedema “Îhlas-i rey” nikare bêalî tevbigere, divê doz bê redkirin. Her wiha di parastinê de hat xwestin ku qeydên dengên bi kurdî ku weke CD hatibûn şandin wergerînin tirkî û ji wan re bên şandin. Di nava du CD’an de ku Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind weke delîlên lêzêdekirî pêşkeş kiribûn, 281 deng hene.    DAXWAZA REDKIRINA DOZÊ   Di parastinê de îtîrazên li dijî usûlê û îçtîhadên Dadgeha Bilind jî cih girt û hat destnîşankirin ku lêpirsîn û fezlekeyên weke delîlên lêzêdekirî hatine qebûlkirin an jî tu têkiliya xwe bi doza girtinê û hiqûqê nîne. Di parastinê de hat destnîşankirin ku lêpirsînên derheqê Semra Guzel de hatine destpêkirin, beriya ku Guzel bibe endama HDP’ê hatine destpêkirin û ew lêpirsîn jî hêj berdewam e. Di parastinê de li ser sedemên hatine destnîşankirin, hat xwestin ku doz bê redkirin.    DAXWAZA ÎHSAS-I REY   Her wiha di parastinê de hat gotin ku endamê Dadgeha Qanûna Bingehîn Kenan Yaşar nikare di dozê de bêalî tevbigere û hat xwestin ku ji dozê vekişe.    AYM’ê jî hemû daxwazên di parastinê de hatine rêzkirin, red kir. Çavkaniyên partiyê dan zanîn ku biryar hêj ji wan re nehatiye şandin û li gorî nêrîna wan, ji bo 281 qeydên dengên bi kurdî jî qederê 30 rojan dem hatiye dayîn. Piştî biryara AYM’ê jî Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekir Şahîn daxuyanî da û wiha got: “Parastina me ya devkî amade ye. Dema bangî me kirin, em amade ne ku parastina xwe ya devkî bikin.”    PÊVAJO DÊ ÇAWA BIMEŞE?   Piştî ku pêvajoya parastina bi nivîskî temam bûn, di dîrokeke ku ji hêla AYM’ê ve hatiye diyarkirin de dê Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekir Şahîn daxuyaniya bi devkî bide û rayedarên HDP’ê jî parastina bi devkî bikin.    Piştî temambûna vê pêvajoyê, raportorê DAdgeha Qanûna Bingehîn dê derheqê dozoê de agahî û belgeyan kom bike û derheqê esasê de rapora xwe amade bike. Dema ev kar û bar dimeşin, dê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind û HDP dê bikarin delîlên lêzêdekirî yan jî parastina lêzêdekirî ya nivîskî pêşkeş bike.    Bi belavkirina raporê li endamên Dadgeha Bilind re dê Serokê Dadgeha Qanûna Bingehîn Zuhtu Arslan ji bo civînê rojekê diyar bike û endamên wê dê di wê rojê de bicivin û daxwaza girtinê binirxînin.    Dê biryara doza girtinê ya HDP’ê ji hêla 15 endamên Dadgeha Qanûna Bingehîn ve bê dayîn. Ji ber rewşên di xala 69’emîn a Qanûna Bingehîn de hatine destnîşankirin,  ji bo bi temamî girtina partiyê yan jî heta astekê bêparhiştina wê ya ji alîkariya dewletê tenê heke ji endamên dadgehê ji 3 paran 2 bibêjin erê dikare bê kirin.