‘Divê înfaza nexweşê penceşêrê Durmaz were taloqkirin’ 2022-09-20 15:23:10 EDENE - Endamên Platforma Yekitiya Têkoşînê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweşê giran Huseyîn Dûrmaz û gotin: “Divê demildest înfaza wî were taloqkirin û bê berdan.”   Endamên Platforma Yekitiya Têkoşînê (Mucadele Bîrlîgî) li Edeneyê têkildarî rewşa girtiyê nexweş Huseyîn Dûrmaz ê di Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2'yemîn a Kiriklarê tê ragirtin, li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edeneyê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Di çalakiyê ku gelek kes tev li bûne de pankarta “Ji Huseyîn Dûrmaz re azadî! Bila zîndan hilweşin, ji girtiyan re azadî” hate vekirin.     ‘DIVÊ DEMILDEST ÎNFAZ BÊ TALOQKIRIN’   Piştî ku nameya Dûrmaz nivîsîbû hate xwendin endama platformê Gîzem Salata anî ziman ku meha derbasbûyî nexweşiya “Penceşêra mejiyê hestiyan” li Huseyîn Dûrmaz ê 19 sal e li girtîgehê de tê ragirtin peyda bûye. Salata, diyar kir ku tedawiya kemoterapiyê li Durmaz tê sepandin û wiha axivî: “Pergala parastinê ya Hûseyîn hem ji ber nexweşiyê hem jî ji ber tedawiya kemoterapiyê di bin gefê de ye. Pêşniyara bijîşkan ew e ku divê ew bi xwarineke baş û têr bixwe û kêm têkilî li derdorên xwe re deyne. Heman demê de ji ber ku hestiyên wî jî dihelin îhtîmala ku hestiyên wî bişkên jî gelek mezin e. Pêşniyara bijîşkan ew e ku înfaza wî were taloqkirin û bêyî ku komplîkasyonên ji ber nexweşiya wî pêk werin, tedawîkirina wî baş bê kirin. Ji bo Huseyîn karibe ji heqê vê nexweşiya dijwar derê divê di pêvajo tedawiyê de li ciheke paqij û tendurist bê girtin û ji komplîkasyonan bê parastin. Di van şert û mercan de ne pekan e ku di girtîgehê de bimîne. Divê demildest înfaza wî were taloqkirin û bê berdan.”