Dayikên Şemiyê ji bo danişînê banga tev li bûnê kirin 2022-09-20 15:56:40   STENBOL - Dayikên Şemiyê têkildarî doza ku derbarê wan de hatiye vekirin banga tev li bûnê kirin û wiha gotin: “Ev doz; ne tenê doza Dayikên Şemiyê dozeke ku mafê kombûnê yê aştiyane yê civakê hedef digire ye.”    Dayik/Mirovên Şemiyê di 25'ê Tebaxa 2018'an de, di hefteya 700'emîn a çalakiya ji bo aqûbeta xizmên xwe yên winda û cezakirina kiryaran de, li Qada Galatasarayê li hev kom bûbûn. Piştî lihevkombûnê polîsan êriş biribû ser wan. Di êrişê de Dayikên Şemiyê jî di nav de 46 kes hatibûn binçavkirin û bi sûcê “li dij derketina qanûna civîn û xwepêşandanê” derbarê wan de doz hatibû vekirin. Danişîna 5'an a dozê îro li Dadgeha Cezayê Giran a 27'an a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin.   Dayikên Şemiyê li ser hesaba xwe ya twîtterê daxuyanî dan û banga tev li bûna danişînê kirin.  Dayikan di danişîna xwe de ev daxuyanî dan: “Hemû serlêdan û giliyên me kirin bêencam man. Ev jî tê re nekirin derbarê me 46 kesan de ‘li dij derketina qanûna civîn û xwepêşandanê’ doz vekirin.    MAFÊ KOMBÛNA AŞTIYANE DI HEDEFÊ DE YE   Danişîna 5’emîn a dozê wê di 21’ê îlona 2022’yan de li 27’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê were dîtin. Ev doz; ne tenê doza Dayikên Şemiyê dozeke ku mafê kombûnê yê aştiyane yê civakê hedef digire ye. Em ê bi gotina ‘bikaranîna mafekî qanûnî ne sûc e’ li Edliyeya Çaglayanê bin. Em li benda we ne jî ku ji dengê me re bibin deng.”