Di doza Dedeogûllari de daxwaza girtina bersûcan hat redkirin 2022-09-20 16:08:14   KONYA - Di danişîna doza qetilkirina 7 endamên malbata Dedeogûllari de parêzeran xwest ku bersûcên negirtî tên darizandin, bên girtin. Şandeya dadgehê ev daxwaz red kir.    Di 30’ê tîrmeha sala 2021’an de nîjadperestê bi navê Mehmet Altun li navçeya Meram a Konyayê êrişî malbata Dedeogûllari kir û ji heman malbatê 7 kes qetil kirin. Têkildarî komkujiyê doz hatibû vekirin û 4’emîn danişîna dozê ku kujer Mehmet Altun û 9 endamên malbatên Çalik û Keleş ku weke pêdanker tên darizandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê hat dîtin. Di danişînê de li gel parêzerên her du aliyan, her wiha parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên malbata Dedeogûllari amade bûn. Kujer Mahmet Altûn ku niha girtî ye û Velî Keleş û Lutfî Keleş ku di çarçoveya komkujiya li dijî Dedeogûllari di 12’ê gulanê de hatibûn girtin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn.    DAXWAZA ‘BILA 9 BERSÛC BÊN GIRTIN’   Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Ji parêzerên malbatê Atîlla Kart, da zanîn ku ji destpêka lêpirsînê heta niha rastî astengiyan tên û ewraqên dixwestin jî ji wan re nehatine dayîn. Kart, bi domdarî diyar kir ku di 29’ê gulana 1993’yan de li bajarê Solingen ê Almanyayê di encama şewitandina malbata Genc a tirk de ji heman malbatê 5 kesan jiyana xwe ji dest daye û wiha domand: “Hikûmeta Almanyayê têkildarî bûyerê qala ‘hesta şermê’ kir. Divê li Tirkiyeyê jî heman feraset pêş bikeve. Ji bilî Altûn, her 9 bersûcên din di dosyayê de tenê bi awayeke şiklî tê de cih digirin.” Kart, bal kişand ser hevkariya di navbera bersûcan û hewldana lixwegirtina sûc de û ev tişt anî ziman: “Divê têgehên sorkirinê û hewldana sûc dîsa bên nirxandin. Axaftinên di navbera bersûcan de baş li rapora nehatine nivîsandin. Ez dixwazim ku qeyd bên dayîn. Hewceye şandeya dadgehê tevdîrên usûlî bigire. Dixwazim ku her 9 bersûc bên girtin. Heta ku ev tevdîr neyên girtin, em dibînin ku delîl tên tunekirin. Ji bo derxistina holê ya rastiya madî, gelek berpirsyarî dikevin ser milê dadgehê. Hem dozgeriyê û hem jî hêzên ewlekariyê di dema lêpirsînê de peywira xwe xerab bi kar anîne.”    BERSÛC GUH NEDA PIRSAN   Ji parêzerên malbatê Abdurrahman Karabulut ev pirs ji kujer kir: “Te çima ew însanên qetil kirin weke terorîst pênase dikir?” Karabulut, gotinên kujer Altûn ên di dema girtîgehê de li ser telefonê digot; “Polîs bo min bûn alîkar” jî bi bîr xist û pirsa “Kî ji te re bû alîkar” kir. Kujer Altun jî li hemberî van pirsan got “nayê bîra min” û her wiha got “heke ez bibêjim jî tu fêm nakî.”     DAXWAZA KU DERHEQÊ ZEHRA ALTUN DE LÊPIRSÎN BÊ DESTPÊKIRIN    Parêzer Karabulut bi domdarî bal kişand ser hevdîtinên Altun ên bi Navenda Bangkirinê ya 112 û bi emniyetê re û da zanîn ku dibe bi van qeydan re komkujî bê ronîkirin. Karabulut, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev demekî dirêj e em daxwaza van qeydên hevdîtinê dikin lê li dosyayê nehatin zêdekirin. Ev kes nikare vê komkujiyê bi tena serê xwe bike. Divê derheqê xizmên Altun de jî lêpirsîn bê destpêkirin. Di roja komkujiyê de Zehra Altun 51 caran bi kujer re hevdîtin kiriye. Lê heta wê rojê di navbera wan de qet hevdîtin çênebûne. Xuyaye ku haya wê ji hinek tiştan heye. Ez dixwazim ku derheqê Zehra Altun de lêpirsîn bê destpêkirin û weke bersûc lê were guhdarîkirin.”    BERTEK NÎŞANÎ POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ DA   Parêzer Ebrû Akkal jî xwest ku li ser SEGBÎS’ê li Dogan Soylemez û Emre Uzun ku kujer Altun bi wan re li hotêlê mabû û bersûcên din bên guhdarîkirin. Akkal got ku hêj tevahiya delîlan nehatine bidestxistin, bal kişand ser poîtîkaya necezakirinê û xwest ku hemû bersûc bên girtin. Akkal, axaftina xwe wiha domand: “Temamiya rewşên necezakirinê yên di hiqûqa navneteweyî û peymanên ku Tirkiyeyê îmzekirin di vê dosyayê de hene. Em dixwazin ku dozger û şandeya dadgehê ya di vê dosyayê de biryareke wisa bidin ku bi salan piştre derkeve pêşberî mirovan.”    ‘BILA OTOPSIYÊ BIŞÎNIN ATK’Ê’   Parêzer Ozum Vurgun jî li Amedê ser SEGBÎS’ê beşdarî danişîn bû û ji kujer Altun pirsa “gelo te qet çek bi kar anî ye” kir. Kujer Mehmet Altun jî weke bersiv got; “Min bi kar ne anî ye. Tu fêm dikî? Ez bi tirkî diaxivim.” Parêzeran bertek nîşanî bersivên kujer Altun da û ji şandeya dadgehê xwest ku kujer hişyar bike da ku birêzgirî biaxive. Li ser vê yekê serokê dadgehê got; “Ji min re nebêjin bê ka dê çawa tevbigerin.” Parêzer Vurgun, xwest ku girtekên otopsiyê û girtekên dîmen ji Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê re bên şandin. Her wiha Vurgun, diyar kir ku ji ber polîtîkaya necezakirinê li gelek deverên Tirkiyeyê li dijî kurdan êrişên nîjadperest tên kirin û xwest ku kesên di demên berê de di dosyayê ji sûcê “sorkirinê” dihatin darizandin û beraetkirin bên girtin.      ULKUCU HATIN EYWANA DANIŞÎNÊ   Piştre jî mafê axaftinê da parêzerên bersûcan. Balkêşe ku di dema axaftina parêzerên bersûcan de bi dehan endamên ocaxên ulkuyan ketin eywana danişînê.    Dadgehê piştî navbera bi 45 deqeyan, biryara xwe ya navberê da. Dadgehê biryar da ku ji bo qeydên 112 û 155’ê muzekkere bê nivîsandin. Şandeya dadgehê daxwaza lêpirsîna derheqê kesên negirtî tên darizandin û daxwazên din red kir. Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya bersûcên girtî bidome û doz taloqî 27’ê cotmehê kir.    SERLÊDANA SÛC A NÛ    Piştî danişînê, parêzeran daxuyanî dan. Ji parêzerên dozê Atîlla Kart diyar kir ku komkujî tenê ji hêla kujer Altun ve nehatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Bi zanebûn telefona li destên cuda daye gerandin û sînyala wê li gundê Saraçoglû da ye. Xuyaye ku êriş ji hêla vê komê ve hatiye kirin. Tevî delîlên nû jî ji hêla dadgehê ev pirsgirêk her ku diçe girantir dibe. Dadgehê careke din nîşan da ku dê peywira xwe baş bi kar neyîne. Em ê derheqê dosyayê de serlêdanên sûc ên nû bikin.”    ‘JI BO TIRKIYEYÊ ŞERM E’    Ji ÎHD’ê Sevînç Koçak jî daxuyand ku divê êrişeke li dijî nasnameyekê weke sûcê li dijî mirovahiyê bê nirxandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Komkujiya hatiye kirin paşguh dikin û doz hêj berdewam e. Ev yek li ser navê Komara Tirkiyeyê şerme. Weke ÎHD’ê em ê dozê bişopînin û banga me li dozger û şandeya dadgehê ew e ku li gorî hiqûqê tevbigerin.”