Cenazeyê Ozer piştî 7 salan radestî malbata wî kirin 2022-09-20 16:21:03   ÎZMÎR - Cenazeyê endamê HPG’ê Mahsûm Ozer ê di encama êrişeke hewayî de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dabû, piştî heft salan radestî malbata wî hate kirin û hate veşartin.    Cenazeyê endamê HPG’ê Mahsûm Ozer ê di sala 2015’an de li Dêrsimê di encama êrişeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin. Duh dozgerî li malbata Ozer geriya û agahî da wan ku dikarin cenazeyê xwe teslîm bigirin. Malbatê îro ji Saziya Tiba Edlî ya Îzmîrê bi dirûşmeyên “şehîd namirin” cezayê xwe teslîm girt.    GELEK KES TEV LI MERASÎMÊ BÛN   Di teslîmgirtina cenaze û merasîma veşartinê ya li Goristana Dogançay a navçeya Bayrakliyê de parlamenterên HDP’ê Mûrat Çepnî, Mûsa Pîroglû, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî û gelek welatî amade bûn. Cenazeyê Ozer, piştî wecîbeyên olî bi dirûşmeyên “şehîd namirin” hate veşartin.    Malbata Ozer wê şîna xwe li mala xwe ya li navçeya Bayrakliyê qebûl bike.