Hengawê ragihand ku rejîma Îranê 5 kes qetil kirine 2022-09-20 16:25:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw bi daxuyaniyekê ragihand ku di çalakiyên ji bo Mahsa Amînî hatin lidarxistin de rejîma Îranê 5 çalakvan qetil kirine.    Jina ciwan a kurd Mahsa (Jîna) Amînî ji hêla “polîsên exlaqê” yên rejîma Îranê ve bi hinceta ku pora wê xuya dike bi îşkenceyê hat qetilkirin. Bi qetilkirina Amînî re di serî de li rojhilatê Kurdistanê, li seranserî Îranê çalakî hatin destpêkirin û ev çalakî hêj berdewam in. Rêxistina Mafên Mirovan a Kurd a Hengawê bi daxuyaniyê ragihand ku di çalakiyên gelek bajarên rojhilatê Kurdistanê de herî kêm 5 çalakvanan ji hêla hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê ve hatine qetilkirin û bi dehan jî birîndar bûne.    Têkildarî mijarê Hengawê li ser malpera xwe û hesaba xwe ya Twîtterê agahî parve kirin û li gorî daneyên Hengawê; ji çalakvanan 2 jê li bajarê Seqizê, 2 jê li bajarê Dîwandereyê û yek jî li bajarê Dehgulanê hatiye qetilkirin.    BIRÎNDAR HENE    Her wiha hat ragihandin ku di çalakiyên li bajarên Mababad, Bukan, Ûrmiye, Sine, Kamyaran, Bicar, Qurwe Banenê jî bi dehan kes di encama êrişên hêzên rejîma Îranê de birîndar bûne. Hinek çavkanî hejmara birîndaran weke 75 û hinek jî dibêjin ku herî kêm 100 kes birîndar bûne.    Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Yekitiya Azadî û Demokrasiyê ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) di 17’ê îlonê de ji bo Mahsa Amînî banga greva giştî kiribûn û çalakî hêj berdewam e. Îro ji saetên serê sibehê ve dikandarên li bajarên Rojhilat derabeyên dikanên xwe venekirin û rejîma Îranê protesto kirin.    ÇALAKÎ LI BAJARÊN ÎRANÊ BERBELAV BÛN    Çalakiyên li Rojhilat dest pê kirin, li pey hev li bajarên Îranê jî berbelav bûn. Li bajarên weke Tehran û Meşedê xwenekarên zanîngehê çalakî li dar xistin û li dijî hikûmetê dirûşm berz kirin. Li Tehranê bi hezaran kes daket kolanan û çalakî li dar xistin. Hêzên rejîma Îranê jî bi ava şid û bombeyên xazê êrişî çalakvanan kir. Hat ragihandin ku li Tehranê gelek kes hatine binçavkirin.