Ji 18 rêxistinan bo Şilêr Rasûlî û Mahsa Amînî daxuyaniya hevpar 2022-09-20 16:52:25   NAVENDA NÛÇEYAN - 18 rêxistinan ji bo Mahsa Amînî ya li Îranê hatiye qetilkirin û Şilêr Rasûlî ku ji bo destdirêjî lê neyê kirin hewl da xwe rizgar bike û jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyeke hevpar dan.    Jina bi navê Şilêr Rasûlî ji bo ku destdirêjî lê neyê kirin kete nava hewldanan û xwe di bilindahiyekê de avêt xwarê û jiyana xwe ji dest da. Her wiha Mahsa Amînî jî li Tehranê bi hinceta ku pora wê xuya dike ji hêla “polîsên exlaqê” yên rejîma Îranê ve bi îşkenceyê hatibû qetilkirin. 18 rêxistinên çepgir û demokratîk têkildarî Rasûlî û Amînî daxuyaniyeke hevpar dan.    Li gorî nûçeya NUJINHA’yê; di daxuyaniyê de her 18 rêxistinan jî destnîşan kirin ku li dîroka sepanên rejîma Îranê yên li dijî aktîvîstên jin de rûpeleke din ê reş hatiye nivîsandin.    Bi domdarî jî di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di nava bûyerên trajîk ên îro de hinek nûçe bi berfirehî hatin dîtin. Şilêr Rasûlî ku li Mêrîwanê dema dixwest xwe ji êrişa zayendî ya mêrekî xelas bike, di qata duyemîn a avahiyekî de ket û jiyana xwe ji dest da. Malbatên kesên ku cezayê îdamê lê hatiye birîn çalakiya protestoyî li dar xistin. Rastî êrişa xedar a rejîmê hatin.    Û herî dawî; li dîroka sepanên rejîma Îranê yên li dijî aktîvîstên jin de rûpeleke din ê reş hatiye nivîsandin. Vêcarê jî jineke ciwan a 22 salî ya ji Seqizê ‘Jîna Amînî’ ji hêla ‘polîsên exlaqê’ ve hat binçavkirin û kuştin. Mirov dirûşman berz dikin û dibêjin ‘Ji Kurdistanê heta Tehranê mirin ji bo kujeran’ berz dikin. Weke saziyên çepgir û demokrat, em êrişa zayendî û cezayê mirinê protesto dikin. Weke saziyên ku komkujiyên birêxistinkirî yên dweletê protestor dikin, bi ragihandina greva giştî re piştevaniya xwe ya bi çalakiyan re nîşan didin.”