Temel: HDP tifaqa dîrokî ya gelên Tirkiyeyê ye 2022-09-20 23:59:50     MÛGLA/AYDIN - Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel, di civîna gel de ya li Bodrûmê axivî û got: “HDP, tifaqa dîrokî ya gelên Tirkiyeyê ye.“    Alîkarê Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayîp Temel, tev li civînên gel yên li navçeya Bodrûmê ya Mûglayê û navçeya Efeler a Aydinê hatin lidarxistin, bû.   ‘DESTHILAT LI XÊR Û PÊŞEROJA GEL NAFIKIRE‘'   Temel anî ziman ku serdema tarî ya faşîzmê li Tirkiyeyê tê jiyîn û got: “Dixwazin serî bi her kesê bidin tewandin. Ev desthilat li xêr û pêşeroja gel nafikire. Gava em ji Îzmîrê hatin me bi çavên xwe dît ku desthilatdarî çiqas neyarê xwezayê ye. Peravên deryayê ji bo rantê pêşkêşê alîgiran kirin, daristan yek bi yek tên tunekirin. Ev desthilatdarî hin şebekeyên sûc ên diyar xwedî dike. Xwe bi şer, alozî û mirinê xwedî dike. Lê baş e ku HDP heye. Lewre HDP berxwedan e. Ên ku bi çavên dengan li HDP’ê nihêrtin, tevî ku ew qas tişt bi serê HDP’ê de hat dîsa ji pêyan ma dîtin ku çiqas şaşî kirine. HDP bi dek û dolaban çong danaîne. HDP, partiya yekane ya hêviya gelan e. Em ê nîşanê dost û dijminan tevan bidin."   ‘RÊYA SÊYEMÎN RÊYA GELAN E'   Temel da zanîn ku faşîzm, bi saya berxwedana HDP, jin, kedkar û Kurdan li ber têkçûnê ye û wiha pê de çû: “Lê hinek ji bo girtina sûdê ji vê yekê dikevin hewila biwêdekirina HDP’ê. Lewma Tifaqa Ked û Azadiyê ya em 24’ê Îlonê ragihand gavekê pir giring e.  Ev Tifaq, tifaqa karker, gel û jinan e. Ev tifaq wê mezin bibe û bibe desthilatdar. Em bi nîşandana mirinê bi tayê razî nabin. Em nahêlin desthilatdariyek a din a Kurdan înkar bike, zilmê li kedkar û gelan bike, ava bibe. Rêya sêyemîn rêya gelan e. Ji wê boneyê rojeva HDP’ê ne wezaret e, birêxistinbûn û berxwedanê avakirina Komara Demokratîk e. Em ê bi yên ku ji bo vê armancê bimeşin re biaxivin lê bi yên ku dûrê van pîvanan bin re hîç niqaşa yekîtiyê nakin."   ‘HPD TIFAQEKE DÎROKÎ YE‘    Temel got ku HDP tifaqa gelan e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Du derewan ji gel re dikin. Ên dibêjin ‘HDP ne partiya Kurdan e, wan temsîl nake’ hene. Dixwazin berê Kurdan bidin hevdu. Derewa din jî yên ku xwe wek çepgir pênase dikin lê şoven in dibêjin ‘HDP, bi tenê partiya Kurdan e.’ Ev herdu lîstik jî aliyê desthilatdariyê ve tê nivîsîn. Dev ji van berdin! HDP tifaqa dîrokî ya gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê û ya kedkaran e, HDP partiya hemû bindestan e. Partiyek a wisa ye ku bawerî bi perspektîfa neteweya demokratîk aniye û bi ya wê divê gel xwe bi rê ve bibin. HDP partiya bindestan a rastîn a li Tirkiyeyê ye. Em bi hêzek a du qatê 7’ê Hezîranê diçin hilbijartinê.“  Civîna gel bi konsera hunermend Azad Bedran bi dawî bû.    AYDIN   Bi tevlêbûna Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Parlamentera Îzmîrê Serpîl Kemalbay, li Taxa Ovaeymîr a navçeya Efeler a Aydinê, li salonek a dawetê civîna bi gel re hate lidarxistin. Gelek kes tev li civînê bûn û di civînê de destpêkê Serpîl Kemalbay axivî û got ku wan bîat li polîtîkayên dijminahiyê nekiriye. Kemalbay wiha got: “Em ji bo avakirina Tirkiyeyek ku lê bê jiyîn, hewil didin. Em ji bo her kesê têdikoşin. Me Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo vê yekê ava kiriye. Em ê ji bo welatekê demokratîk bi hev re têbikoşin.”   ÊRÎŞA NIJADPEREST HATE PROTESTOKIRIN   Malbata ku li Aydinê rastî êrîşa nijadperest jî hat, tev li civînê bû. Li ser navê malbatê Semra Turkan bi bîr xist ku ew ji aliyê 90 kesan ve rastî êrîşa nijadperest hatine û got: “Me carek a din jî fam kir ku tenê parêzvaneke me heye û ew jî HDP ye."   PIRSGIRÊKA KURD   Piştre Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş axivî. Beştaş diyar ku desthilatdariya şev û roj Kurdan weke dijmin îlan dike, nikare pirsgirêkan çareser bike û got: “Serokkomar dibêje ku pirsgirêka Kurd-Tirk li holê nîn e. Lê li holê, înkarkirina Kurdan û îlankirina wan terorîst heye. Xwesteka Kurdan a jiyîna wekhev û azad heye. Ji bo wan ziman û statuya Kurdan nîn e.”   Beştaş anî ziman ku HDP li vî welatî nûneriya siberojên ronî dike û got: “Ew çawan êrîşan zêde dikin, em ê jî berxwedanê geş bikin. Tu desthilatdarî nikare, li hemberî berxwedana gel raweste. Nekevin tariyê. Em nûneriya tarîtiyê nakin, em nûneriya ronahiyê dikin. Em ê teqez bi ser bikevin.”   Piştî axaftinan hunermend Kadîr Çat derket li ser dikê û stranên xwe gotin.