Serdozgeriyê ji bo malbata Dedeogûllari wiha got ‘malbata ku tê îdiakirin kurd in’ 2022-09-21 10:30:54   ENQERE - Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, ji bo malbata Dedeogûllari ya di êrişeke nijadperest de hate qetilkirin wiha got: “Malbata ku tê îdiakirin kurd e.”   Di 30’ê tîrmeha sala 2021’an de nîjadperestê bi navê Mehmet Altun li navçeya Meram a Konyayê êrişî malbata Dedeogûllari kir û ji heman malbatê 7 kes qetil kirin. Têkildarî komkujiyê doz hatibû vekirin û 4’emîn danişîna dozê ku kujer Mehmet Altun û 9 endamên malbatên Çalik û Keleş ku weke pêdanker tên darizandin, duh li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê hatibû dîtin. Hate hînbûn ku, Buroya Parlamenteran a Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ku mînakeke îdianameya ku ji bo bûyerê hatiye amadekirin daxwaz kir, di 27’ê gulanê de ji Serdozgeriya Komarê ya Konyayê re belgeyek şandiye. Balkêş e ku di belgeya hatiye şandin de dozgerji bo malbata Dedeogûllari ya êrişa nijadperest lê hate kirin wiha gotiye “malbata ku tê îdiakirin kurd e.”   JI BO LÊPIRSÎNA PARLAMENTER HATIYE XWESTIN    Di belgeya hatiye şandin de wiha hatiye gotin: “Bi rewşa ku di rayagiştî de cih girt di 30’ê tîrmeha 2021’an de li Taxa Hasankoy a navçeya Meram a Konyayê têkildarî kuştina 7 ferdên malbateke ku tê îdiakirin kurd in di encama lêpirsîna Serdozgeriya Komara we bi rê ve birî de tê rîcakiri ku mînakeke îdianameya hatiye amade kirin li ser ÛYAP’ê ji Buroya Parlamenteran a Serdozgeriya Komara me re bên şandin.”   MA / Firat Can Arslan