Xizmên girtiyan: Heta hemû girtiyên nexweş tên berdan em ê çalakiya xwe bidomînin 2022-09-21 12:22:58 AMED - Xizmên girtiyan ên Amedê di çalakiya Nobeta Edaletê ya îro de destnîşan kirin ku heta hemû girtiyên nexweş tên berdan dê çalakiya xwe berdewam bikin.    Xizmên girtiyan ên Amedê bi mebesta berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiyê şewitandin, dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Nobeta malbatan îro di roja 309’an de li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Amedê berdewam kir. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Alîkarî, Piştevaniya Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û Komeleya 78'an jî piştgirî dan çalakiya malbatan.    TEVÎ NEXWEŞIYA GIRAN JÎ NAYÊ BERDAN    Di çalakiyê de xwîşka girtiyê nexweş Abdusena Ada, Reşahat Ada da zanîn ku ev 309 roj in ji bo edaletê nobetê digirin û wiha got: “Wezîrê Edaletê û Serokkomarê Tirkiyeyê çima zext û tundiyê li girtiyan ferz dikin? Li gel ku nexweşiyên wan giranin û nikarin pêdiviyên xwe pêşwazî bikin jî hûn çima wan bernadin? Heta pirsgirêka girtiyên nexweş çareser nebe em ê dev ji çalakiya xwe bernedin. Mebesta me ya ji vê çalakiya edaletê ew e ku em cenazeyên girtiyên xwe ji girtîgehê dernexînin. Heta ku girtiyek di zindanê de hebe em ê çalakiya xwe bidomînin.”    'XWEDÎ LI GIRTIYÊN XWE DERKEVIN'    Di berdewamê de Ada destnîşan kir ku sepanên li girtîgehan di meriyetê de derhiqûqî ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çima tevî ku cezayê wan xelas dibe jî nayên berdan û înfaza wan dişewitînin? Ew hiqûqî nîne, ev edalet nîne û xwedê jî vê qebûl nake. Çima cezayê disiplînê didin girtiyan û 10 salan wan di hucreya  yekkesî de radigirin? Em dixwazin ku bi hiqûqa bikin û dawî li vê zilmê bînin. Em heta dawiyê bi girtiyên xwe re ne. Banga me ji hemû cîhanê re ew e ku li dijî vê zilma li girtiyan tê kirin dengê xwe derxînin. Bi taybet jî banga me bo malbatên girtiyan e, xwedî li girtiyên xwe derkevin.”   Çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.