Di serdegirtina malê de tundî û gefxwarin 2022-09-21 13:02:54   STENBOL - Hat ragihandin ku di dema serdegirtina malan a li Esenyurtê de Hamyet Furam û birayê wê ji hêla polîsan ve hatin derbkirin û gef lê hatin xwarin.     Polîsan li Esenyurt a Stenbolê bi ser mala Hamiyet Furam a 23 salî de girt û binçav kir. Di dema serdegirtinê de polîsan deriyê malê şikandin û birayê Furam jî ji pişt ve kelemçe kirin. Hat ragihandin ku biryara girtinê derheqê Furam de heye û birine Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.     GEF XWARIN    Bavê Furam, Cengîz Furam da zanîn ku derdora 10-15 polîsan bi ser mala wan de girtiye, zarokên wî ji piştve hatine kelemçekirin, li erdê hatine dirêjkirin û heqaret lê hatine kirin. Bav Furam, bi domdarî diyar kir ku zarokên wî rastî tundiya psîkolojîk û fîzîkî ya polîsan hatine û wiha bi dawî kir: “Polîsan zarokên min li erdê dirêj kirin û gefa ‘dê dawiya we tevan bê’ xwarin.”