Danişîna doza aktivîsta mafên jinan Arasê hate taloqkirin 2022-09-21 13:07:06   AMED - Danişîna doza derbarê endama Akademiya Jinan Fîgen Aras de hatiye vekirin, ji ber kêmasiyên dosyayê hate taloqkirin.    Danişîna doza derbarê aktivîsta jin û zarokan Fîgen Aras de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye vekirin û bi daxwaza cezayê hefsê yê heta 15 salan tê darizandin, li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin. Di danişîna ku Aras tev li nebûyî de parêzera wê Rûşen Seydaoglû amade bû.    Dozger diyar kir ku derbarê Arasê de lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê daye destpêkirin heye û xwest ku dosya ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bê pirsîn.    Parêzera Aras Seydaoglû jî xwest kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin. Dadgehê derbarê Arasê de ji bo dosyaya lêpirsînê ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi rê ve dibe de biryara da ku müzakere bê nivîsîn û danişîn taloqî 7’ê Mijdarê kir.