10 kesên bi hinceta şala kesk, sor û zer hatibûn girtin hatin berdan 2022-09-21 13:45:57   STENBOL - Bi hinceta ku di daweteke li Esenyurtê de şala kesk, sor û zer li xwe kirine, zava jî di nav de bi giştî 10 kes hatibûn girtin. Her 10 girtî jî di danişîna ewil a dozê de hatin berdan.    Li Esenyurt a Stenbolê bi hinceta ku di dawetê de şala kesk, sor û zer li xwe kirine, zava û stranbêjên dawetê jî di nav de bi giştî derheqê 14 kesan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li 28’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin. Zava Mesût Karçik û 9 kesên din li Girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvriyê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn.    Her 10 girtiyan jî di parastina xwe de sûcdariyên di îdianameyê de cih digirtin red kirin û xwestin ku bên berdan.    Şandeya dadgehê jî bi sedema ku delîl hatine komkirin û rewşa wan a girtî jî da ber çavan û ji bo Aydın Kaplan, Burhan Topçu, Cahît Karçik, Îbrahîm Baran, Îbrahîm Kaplan, Mesût Karçik, Savaş Karçik, Şefik Karçik, Tahsîn Karçik û Umut Kaplan biryara berdanê da. Dadgehê ji bo muzîkjenan jî biryar da ku qedexeya wan a derketina derveyî welat bê rakirin û danişîn taloqî 19’ê çileya 2023’yan kir.