DÎB’ê li dijî şer komîsyon ava kir 2022-09-21 15:25:16   STENBOL - 64 sazî, partiyên siyasî û aktivîstên ku li ser banga DÎB’ê hatin gelhev, ragihandin ku li dijî polîtîkayên şer ên hikumetê bi helwesteke hevpar ji bo “çareseriyeke demokratîk û aştiyane” komîsyon avakirine.    64 sazî, sendîka, partiyên siyasî û akademîsyen ku li ser banga Yekitiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) hatin gelhev, ragihandin ku li dijî polîtîkayên şer ên hikumetê bi helwesteke hevpar ji bo “çareseriyeke demokratîk û aştiyane” komîsyon avakirine. 64 sazî de ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyane niqaş bikin û nexşe rêyekê derxînin holê di 20’ê îlonê de hatin gelhev.    SAZÎ Û DEZGEHÊN TEV LI CIVÎNÊ BÛN   Mûxalîfên Leşker ên Derbeyên Leşkerî (Adam-Der), Komeleyên Çandê yên Elewiyan, Federasyona Elewî-Bektaşî, Federasyona Komeleyên Elewiyan, Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan ên Ewropayê, Weqfa Aştiyê, Komeleya Hevgirtinê, Înisiyatîfa Em Dixwazin Bi Hev re Bijîn, Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk, Pêkhateyên Elewiyan ên Konferansa Demokratîk, Sendîkaya Elewiyan a DÎSK Dev-Yapi Îş’ê, Komeleya Astengdarên Dîtinê ya Dîcleyê, Egîtîm-Sen, Nan û Gul, Yekîtiya Ekolojiyê, Konfederasyona Kesên Astengdar, Federasyona Pêkhateyên Bêastengdar, Ji Bo Wekheviyê Platforma Jinan (EŞÎK), Însiyatîfa Piştgiriya bi Koçberan re, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Koalîsyona Edaleta Avhewayê, Konseya Bajêr a Stenbolê, Jin Bi hev re Hêz in, Parastina Jinê, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Akademiya Piştgiriyê ya Kocaeliyê (KODA), DÎSK Lîmter-Îş, Piştevaniya Mor, PEN’a Navenda Tirkiyeyê, Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, Polen Ekolojî, Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES), Weqfa Lêkolînê ya Civakî, Komeleya Subakut Sklerozan Panensefalit (SSPE) Komeleya Koçberên Sûriyeyê, Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), Yekîtiya Nivîskarên Tirkiyeyê, Partiya Azadiya Civakî (TOP), Meclîsa Zarokan a Partiya Azadiya Civakî (TOP), Hewldana Welatiyan, Partiya Gel a Komarê (CHP), Partiya Şoreşger, Partiya Kedê (EMEP), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Malêngel (Halkevlerî), Kaldiraç, KOZ, Platforma Piştgiriya Sosyalîst (SODAP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst, Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) û nûnerên Partiya Çep a Keskan tev li civînê bûn. Kaos-GL û Tum Emeklî-Sen jî weke çavdêr beşdarî civînê bûn.    KOMÎSYON HATE AVAKIRIN   Di civînê de pêşniyar û nirxandinên li ser dijberiya budçeya şer, komxebatên aştiyê, konferansên aştiyê, civînên gel û xebatên medya dîjîtal hatin kirin û bal hat kişandin ser veguhastina çavkaniyên cemaweriyê ji bo şer, çalakiyên kolanan û perwerdeya aştiyê. Di encama civînê de biryar hat dayîn ku komîsyoneke berfireh were avakirin da ku nexşerêyeke berfireh a ji bo afirandina çareseriyeke demokratîk û aştiyane ya li dijî şer bê avakirin û xebat bên berdewamkirin.