Jûriya Nûçeyên Tirkî ya Mûsa Anter xelat paşve kişand 2022-09-21 16:10:01 NAVENDA NÛÇEYAN - Juriya Nûçeyên Tirkî ya Xelatên Rojnamegeriyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter, ragihand ku biryar dane xelatê yekemîn ê beşa tirkî paş ve bikişînin.    Juriya Nûçeyên Tirkî ya Xelatên Rojnamegeriyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter, têkildarî Xelatê Yekemîn ê Beşa Tirkî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku biryara paşvekişandina xelatên yekemîn ê beşa tirkî hatiye dayîn û wiha hate gotin: “Di sala 29’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter de ji Bianet’ê nûçeya Evrîm Kepenek a bi ser navê ‘Îdiaya ku li Beylîkduzuyê zarokeke 2 salî hatiye îstîsmarkirin’ di beşa tirkî de hêjayî xelatê hatibû dîtin. Li ser nûçeya Ajansa Nûçeyan a Demîroren a 'Rapora Saziya Tiba Edlî îdîayan piştrast nekiriye' heyeta jûriyê ji ber ku pêwîst bû di warê krîterên xelatê de pêvajoyê bişopîne biryara vekişandina xelatê da. Juriya Nûçeyên Tirkî têkildarî beyanên bijîşkekî ku navê wî nehatiye dayîn û hebûna rapora beşa lezgîn bi jêrenîşeyekê qebûl dike ku di pêvajoya biryardayîna têkildarî nûçeyê “îhmala nirxandineke bihurgilî ” kiriye. Piştî pêvajoya kurteberkirî, juriyê biryar da ku îsal di beşa Nûçeyên Tirkî de 'Xelata Yekemîniyê' nede. Juriyên “Beşa Nûçeyên Tirkî” rojnameger Candan Yildiz, Farûk Eren, Fatîh Polat, Tûgrûl Eryilmaz, Îbrahîm Varli û Huseyîn Aykol bûn.