Dîcle Anter: Bavê min careke din hat kuştin 2022-09-21 22:08:23   ENQERE – Di daxuyaniya piştî Doza Mûsa Anter de, Dîcle Anter, kurê Mûsa Anter, wiha got: "Edalet û hiqûqê derb xwar. Bavê min careke din hat kuştin."    Danişîna biryardayînê ya doza zanayê kurd Apê Mûsa (Mûsa Anter) ku di 20'ê Îlona 1992'yan de li Amedê hatibû qetilkirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Enqereyê hat lidarxistin. Heyeta dadgehê biryara xwe ya der barê doza qetilkirina zanayê kurd Apê Mûsa de eşkere kir. Dadgehê diyar kir ku doz ketiye ber demboriyê û biryara betalkirina dozê da.   Piştî biryarê li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê daxuyaniyek hat dayîn.    Di daxuyaniyê de ewilî Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan axivî. Turkdogan diyar kir ku di têkoşîna xwe de ya ji bo eşkerekirina heqîqetê û kujerên Apê Musa û gelek kesên din de careke din xeyalşikestî bûne.    ‘APÊ MÛSA BI DESTÊ DEWLETÊ HAT QETILKIRIN'   Turkdogan bilêv kir ku li benda biryara darazê bûn û heya kêliya dawî jî ji bo guherandina biryareke bi vî rengî li ber xwe dane û got: "A rast, divê em diyar bikin ku em xeyalşikestî bûn." Turkdogan destnîşan kir ku dewleta Komara Tirkiyeyê îro careke din polîtîkaya bêcezatiyê esas girtiye û wiha got: "Careke din soza xwe bi cî neanî û jixwe tu carî li ser soza xwe nesekiniye. Apê Mûsa di encama cinayetek dewletê de hat qetilkirin. Kesên di nava dewletê de ew qetil kirin."    ‘BAVÊ MIN CAREKE DIN HAT KUŞTIN'   Dîcle Anter, kurê Mûsa Anter jî diyar kir ku bi zanebûnî dîroka danişînê taloqî 21’ê mehê hatiye kirin û wiha got: “Di 20’ê mehê de 30 sal di ser qetilkirina bavê min re derbas bûn û piştî wê bi rojekê jî dê dadgehê biryara xwe eşkere bikira. Danişîn jî îro hat lidarxistin. Jixwe me ji berê de texmîn kiribû ku dê encama danişînê çi be. Daraz bi temamî bûye siyasî. Ji vê mezintir delîlek din tune ye. Li welatekî demokratîk divê daraz ser bi xwe be, lê em rastî titşekî wiha nayên. Biryarek hat girtin ku demokrasî, edalet û hiqûqê binpê kiriye. Edalet û hiqûqê derb xwar. Bavê min careke din hat qetilkirin."    AYKOL: EM Ê NEDIN JIBÎRKIRIN   Rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol jî diyar kir ku heyeta dadgehê di danişîna beriya danişîna biryardayînê de helwesta xwe diyar kiribû ku dê biryareke wiha bide. Aykol got: “Di dozê de ya girîng ev bû. Dîcle Anter û parêzerên wî dersa mirovahiyê dan heyetê. Rêya xelasiyê nîşan dan. Heyeta dadgehê gavek jî neavêt. Qilqilî. A rast dikaribû darizandinê di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de bidomîne. Lê ji vê tirsiya. Qet nebe ev roj hat tomarkirin. Di serî de Ozturk Turkdogan, gotinên parêzeran ên derbarê demboriyê de girîng bûn û hatin tomarkirin. Li bara me ev doz bi dawî nebûye. Em ji cihê ku Mûsa Anter lê hiştiye çapemeniya xwe mezin û berfireh dikin. Ji wan tirê dê bi bidawîkirinê, vê dozê bi me bidin jibîrkirin. Em ê nedin jibîrkirin, em ê heya dawiyê bitêkoşin."