Li Cizîrê êrişa DEDAŞ’ê: 4 jin hatin binçavkirin 2022-09-21 22:16:03   ŞIRNEX - Li Cizîrê 4 jinên ku nehiştin DEDAŞ saetên wan ê ceyranê li dîrekên li derve bixin, hatin binçavkirin.   Li taxa Sûr a navçeya Cizîr a Şirnexê xebatkarên Şîrketa Belavkariya Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) tevî polîsan xwestin ku saetên ceyranê li dîrekên ceyranê yên li derve bixin. Şeniyên taxê ku li hemberî vê pêkanînê rabûn, polîsan mudexeleyî wan kir. Di mudexeleyê de jinên bi navê Azize Beytûr, Kader Avşar, Hamdiye û Rewşan ku paşnavê wan nehatin hînbûn hatin binçavkirin.    Her wiha di dema mudexeleyê de gelek jin jî ji ser hişê xwe çûne.   Li taxê dorbêça DEDAŞ'ê û polîsan didome.