Doza Mûsa Anter: Têkoşîna edalet û heqîqetê wê bidome 2022-09-22 11:57:03   ENQERE - Lawê zanyarê kurd rojnamevan Mûsa Anter, Dîcle Anter ketina doza qetilkirina Anter a ji ber demborînê weke “Em di serdemeke ku edalet û hiqûq hatine binpêkirin re derbas bûn” penase kir.    Zanyarê kurd rojnamevan Mûsa Anter di 20’ê Îlona 1992’yan de li Ameda ku ji bo tev li Mîhrîcana Çand û Hunerê bibe hatibûyê hate qetilkirin. Faîlên Apê Mûsa yê ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû qetilkirin tevî têkoşîna hiqûqî ya 30 salan hatiye dayîn jî derxistin paqijiyê. Danişîna doza ku piştî îtîrafên gelek endamên JÎTEM’ê hatibû vekirin duh li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hate dîtin. Dadgehê diyar kir ku 30 sal bi ser cînayetê re derbasbûne, doz ketiye ber demboriyê û biryara betalkirina dozê da.   TÊKOŞÎNA 30 SALAN 5 DEQÎQE NAVBER 10 DEQÎQE BIRYAR   Têkoşîna hiqûqî ya 30 salan a malbata Anter û parêzerê wan Selîm Okçûoglû, bi navbereke 5 deqîqeyan û biryareke 10 deqîqeyan bêyî yek bersûc û rastiya madî derxînin holê hate girtin. Tevî ku parêzeran û Dîcle Anter di rûniştinê de israr kirin ku JÎTEM rêxistineke kontra ya li nava dewletê ye, sûcên ku kiriye ji aliyê siyasî ve li dijî nûnerên gelê Kurd hatine kirin û divê ev di çarçoveya xalên Qanûna Ceza ya Tirk (TCK) ên 77 û 78 de weke “sûcên li dijî mirovahiyê” bê destgirtin û daxwaz kirin ku dadgeh kirariyên demborînê nesepîne lê dadgeh ji nedîtî ve hat.   Biryara di doza Anter de hatiye dayîn kurê wî Dîcle Anter, yek ji parêzerên dozê Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol nirxandin.    Dîcle Anter   Lawê Anter ê hate qetilkirin Dîcle Anter, diyar kir ku Apê Mûsa bi cînayeteke siyasî hate qetilkirin û bi lêv kir ku biryara şandeya dadgehê daye biryareke siyasî ye. Anter, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê darazeke serbixwe nîne, girêdayî siyasetê ye weke îspata hêza erka siyasî derket pêşberî wan û wiha got: “Tevî ku ewqas delîl û dane hebûn, faîl diyar bûn, bûyereke xemgîne ku ev faîl niha destê xwe dihejînin û di nava civakê de bi sifeta kujer digerin. Kesên ev biryar girtine divê ev yek bifikirîbûna. Sibê du sibe dibe ku bi serê wan jî were. Li Tirkiyeyê ne diyar e wê sibê çi biqewime. Îro wê tiştekî din biqewime her tişt berovajî be.”   ‘EDALET Û HIQÛQ HATIN BINPÊKIRIN’   Anter, da zanîn ku xwendina biryarê ya şandeya dadgehê bi awayekî zelal radixe ber çavan ku her tişt çawa hatiye organîze kirin û wiha berdewam kir: “Her tişt beriya niha hatibû amadekirin, plankirin û ev tişt di danişînê de nîşanî me dan. Di rastiyê de kuştina Anter da weke eynikekê pêşî li cînayetên faîlên wan diyar ên berê û cînayetên “faîlên wan diyar” ên pêşiya me biqewimin bigire û aşkere bike. Ev rewşa qewimî rewşeke bê edalet e û li ser navê welatê xwe xemgîn dibim. Em di serdemeke ku edalet û hiqûq hatine binpêkirin re derbas bûn.” Anter, bi lêv kir ku wê li dijî biryara di doza bavê wî de hatiye dayîn têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin.   ‘EZ BI HÊRSIM’   Anter, bi lêv kir ku ji sala 1996’an ve bi parêzer Selîm Okçûoglû re dozê ji nêz ve dişopînin û got: “Min bavê xwe winda kir. Ez mirovek im û bi kuştineke wiha hêj jî nikarim qebûl bikim ku bavê min ji min standine. Ez her cara diçin ser gora wî ji wî pirsên ‘ez ê çi bikim, dikarim çi bikim?’ dipirsim, carna ewqas bêçare dimînim. Lê mixabin ev kar wisa dibin. Ez li dijî vê biryarê hem xemgîn hem bi kerb hem jî bi hêrs im.”     TURKDOGAN: JI POLÎTÎKAYÊN DESTHILATÊ SERBIXWE NÎNE   Hevserokê ÎHD’ê yê Giştî Ozturk Turkdogan jî bi lêv kir ku nayê qebûlkirin ku serdemek wiha were girtin. Turkdogan, destnîaşn kir ku ev pêkanîn ji polîtîkayên necezakirinê serbixwe nînin û wiha got: “Dozên wiha en ji ber demboriyê tên xistin an jî bi efûyên qismî kes tên berdan. Li Tirkiyeyê di van dosyayan de taktîka ‘ji demborînê re hiştinê’ tê sepandin. Berî ku doz bikevin ber demboriyê ewqas tên dirêjkirin ku li bendê dimînin ku faîl di rêyên xwezayî de bimirin. An jî hinek faîl tên kuştin û întîhar dikin. Serdemek bi vî awayî tê girtin. Em nikarin van ji polîtîkayên desthilata siyasî serbixwe bigirin dest. Ev polîtîka li darazê belav bûye.”   Ozturk Turkdogan   ‘POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ’   Turkdogan, Makeqanûna Tirkiyeyê û xala 90’emîn a tê de cih digire bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Li gorî xala 90’emîn a Makeqanûnê biryarên DMME’yê girêdêr in. Di doza qetilkirina Apê Mûsa de DMME’yê ji esas û ûsûlê biryara binpêkirinê da. Ji ber biryara binpêkirinê lêpirsîn karîn bên vekirin. Ji ber cînayeta Apê Mûsa û cînayetên weke wê Konseya Ewropayê Tirkiye dişopand. Lê Tirkiye weke biryarên Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş pêdiviya peymana Komara Tirkiyeyê pêk naîne. Em ji temamê vê re dibêjin politikaya necezakirinê. Ev polîtîkaya necezakirinê dikare encax bi guhertina destihlata siyasî ya girêdayî dewleteke hiqûqê ya demokratîk bi dawî bibe.”   ‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE YA HEQÎQET Û EDALETÊ BIDOMÎNIN’   Turkdogan, diyar kir ku dema doza Anter berdewam dikir, parêzer Selîm Okçûoglû di çarçoveya rêziknameya Lijneya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) de di bin hukmê 9.1’ê de teblîx kiriye, dîsa ÎHD’ê û Navenda Bîrdariyê jî di bin hukmê 9.2 yê heman qanûnan de teblîx kirine û got ku ew ê ji nû ve teblîx bikin.  Turkdogan destnîşan kir ku ne tenê di mijara Doza Anter de, di heman demê de bi rîska demboriyê re gelek dosya hene ku di rewşeke xetere de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dê derheqê van de teblîx bên kirin. Daraz tu carî evqas weke amûr nehatibû bikaranîn. Vê desthilatê di sala 2019’an de reforma darazê aşkere kiribû lê we bi xwe jî vê pêknaîne. Me rêyeke ecêb nîşanî dadgehê da. Me hiqûqa navneteweyî bi biryarên DMME’yê û dadgeha cezayê giran ên li Tirkiyeyê vegot. 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dikaribû bi hêsanî biryar bida ku kuştina Anter sûcê mirovahiyê ye û dikare darizandinê bidomîne. Tu hêza ku vê asteng bike tune ye. Daraz ewqas bûye amûr ku endamên darazê wê cesaretê de xwe de nabînin. Divê desthilata siyasî cesaretê bide darazê, bi bîr bîne ku biryarên DMME’yê bên pêkanîn. Îro edalet careke din bi giranî birîndar bûye. Weke ku Dîcle Anter go Mûsa Anter careke din hate qetilkirin. Em teqez vê qebûl nakin. Ev pêvajoy ji bo me berdewam dike. Em ê rêyên îstînaf û temyîzê heta dawiyê bikarbînin û têkoşÎna xwe ya heqîqet û edaletê bidomînin.”   AYKOL: ÇAPEMENIYA AZAD DÊ LI SER ŞOPA APÊ MÛSA MEZIN BIBE   Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol jî diyar kir ku cînayeta Anter “sûcê li dijî mirovahiyê ye” divê di vê çarçoveyê de bigirin dest û wiha got: “Ji xwe di danişîna beriya vê de diyar bû ku wê şandeya dadgehê biryareke wisa bide. Nedikarîn taloqî 15’ê îlonê bikin ji ber ku ji demboriyê re 5 roj hebûn. Bi israr danişîn taloqî rojekê piştî roja demboriyê hate kirin. Lê dadgehê biryara ku beriya niha amadekiribû xwend. Ew dixwazin bi demboriyê kuştina Apê Mûsa bidin ji bîr kirin. Dixwazin kujerên wî neyên cezakirin. Em 30 sal in Apê Mûsa bi bîr tînin, em saziyên çapemeniya azad ên wî li pey xwe hiştî pêş ve dibin. Ji ber wê yekê ew me di kesayeta wî de bi derxistina paqijiyê ya kujeran me ceza dikin. Çapemeniya Azad wê di şopa Apê Mûsa de mezin bibe.”   Huseyîn Aykol   Aykol, da zanîn ku weke rojnamevanekî dewletê û pergalê nas dike li bendê bû ku biryareke wisa bê dayîn û got: “Parêzeran rêyek nîşanî dadgehê dan. Dikarî bêjin ev doz ‘sûcekî li dijî mirovahiyê ye û bidomînin lê encam wiha nebû.”   MA / Berîvan Altan