Li rojnamevan Yalçin 2 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn 2022-09-22 13:15:27   AMED - Li rojnamevan Nûrcan Yalçin ji ber nûçeyên çêkirin ji “alîkariya rêxistinê” 2 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn.    Derbarê rojnamevan Nûrcan Yalçin de ji ber beriya qedexeya derketina derva ya di sala 2015’an de li navçeya Sûra Amedê hatibû îlankirin têkildarî jinan nûçe çêkiribû û bi îdiaya “Bi zanebûn û dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” doz lê hatibû vekirin. Danişîna doza Yalçin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin. Di danişîna ku Yalçin tev li nebûyî de parêzer Resûl Tamûr amade bû.   ‘NÛÇE DI SALA 2016’AN DE HATE WEŞANDIN’   Parêzer Resûl Temûr li dijî mutalaaya ku dozger bi daxwaza cezakirinê dubare kir, parastin kir. Temûr, diyar kir ku muwekîla wî rojnamevan e, ev di belgeyên ji aliyê miduriyeta polîsan ve hatine pêşkeşkirin de tê fêmkirin û di vê mijarê de hewceyî bi nîqaşê nîne. Temûr, da zanîn ku dîmen û wêneyên di materyalên dîjîtal de derketine hatine weşandin û wiha got: “Me dîmenên hatine weşandin jî pêşkeşî dadgehê kirin. Nûçe di sala 2015’an de hatiye çêkirin. Di sala 2016’an de li ser endamê rêxistinê derdikeve. Nûçeyeke ku hatiye belavkirine, ev jî dide nîşandan ku muwekîla min ev dîmen nedane. Muwekîla min di ajansa nûçeyan a jinan de dixebitî. Ji ber polîtîkaya nûçeyan a ajansê nûçeyên jinan çêdikin û zimanekî li gorî vê bikartînin. Ne pêkane bi awayekî din nûçeyan çêbikin. Ji xwe muwekîla min jî got ku bi tu awayî ne ketiye qada girtî, li derve dîmen û wêne kişandine. Her wiha dîmenên ku muwekîla min kişandin ji aliyê hin rojnamevan û hemû medyayên navnetewî ve hatin weşandin. Girtekên polîsan, mutalaa û doz jî li ser vê hatine nivîsîn. Ji ber ku ev vîdeo weke delîlên sereke yên dosyayê nîne em nizanin ka ev girtek rast in an xelet in.”   Temûr, diyar kir ku ji ber muwekîla wî sûcê diavêjin ser nekiriye, daxwaza beraeta muwekîla xwe kir.    Dadgehê li Yalçin ji ber sûcê “Bi zanebûn û dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” 2 sal û 6 meh cezayê hefsê birîn.