Eyup Mîlan ê ûrmiyeyî: Kurd li qadan e û li ber xwe didin 2022-09-22 14:46:31   EDENE - Eyup M. yê ûrmiyeyî diyar kir ku kurd li qadan li ber xwe didin û da zanîn ku li herêmên kurdan înternet hatiye birîn û hêzên rejîmê beserûber gule berdidin pêşanderan.    Jina kurd a 22 salî Jîna Mahsa Amînî dema li Tehranê diçû serdana malbata xwe, bi hinceta ku pora wê xuya dike ji hêla polîsên exlaqê yên rejîma Îranê ve hat binçavkirin û îşkencekirin. Ji ber derbên li serê wê hatine xistin, Amînî kete komayê û 3 roj piştre di 16’ê îlonê de jiyana xwe ji dest da. Çalakiyên piştî qetilkirina Amînî destpêkirin belavî gelek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bûn. Heta niha di xwepêşandanan de 8 kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar bûn.    KURD DI NAVA BERXWEDANÊ DE NE   Eyup M. yê li bajarê Ûrmiyê yê Rojhilata Kurdistanê ku çalakî lê didomin dijî, qeydeke deng ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re şand. Eyup M. bi lêv kir ku gel di kolanan de ye û wiha got: “Li bajarên Kurdistanê înternet hatiye birîn. Gelê kurd li qadan e û di nava berxwedanê de ye. Gelek binçavkirin hene. Hêzên ewlehiyê beserûber gel gulebaran dikin. Gelek kesên jiyana xwe ji dest dan kurd in. Heta niha li navçeya Balovê ya Ûrmiyeyê 4 kesan jiyana xwe ji dest da. Têkoşîna em didin êdî têkoşîna Kurdistanê ye. Têkoşîna me veguheriye têkoşîneke neteweyî.”   'MAFÊN MIROVAN LI KURDISTANÊ TÊN BINPÊKIRIN'   Eyup M. qala êrişên zêde yên li bajarên kurdan kir û wiha berdewam kir: "Em di bûyera qetilkirina keça kurd de dibînin ku bi taybetî li herêmên ku kurd serî hildidin gelek bêmerhametî nêzîk dibin. Heman nêzîkatî li herêmên din nîne. Kurdan pir bi hesan dikujin. Li bajarên din nêzîkatiyeke ev qas hişk nîne. Beşên ku xwe weke muxalefet bi nav dikin, niha bi awayekî nerm li cem rejîmê cih digirin. Muxalefetê bi rejîmê milên xwe dane hev û li Kurdistanê mafên mirovan bin pê dikin. Muxalefet kurdan fêm nake û girîngiyê nade wan. Bûyeran bi giştî dinirxînin."   Eyup M. xwest ku çalakiyên têkildarî qetilkirina Amînî li Tirkiyeyê û hin deverên cîhanê tên kirin, zêdetir bibin.