Keştiya penaberan noqî avê bû: 34 kes mirin 2022-09-23 08:52:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Keştiyeke ku dixwest penaberan ji Lubnanê bibe Ewropayê noqî avê bû, di encamê de 34 penaberan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî winda ne.    Keştiya ku xwest penaberan ji Lubnanê bibe Ewporayê, li nêzî Girava Ervad a li dijî bajarê Tartûs yê rojhilatê Sûriyeyê noqî avê bû. Li gorî nûçeya malpera nûçeyan Sham FM dispêre daxuyaniya rayedarekî, li gorî agahiyên ewil cenazeyên 34 kesan di keştiyê de hatine dîtin. 20 kes hatin rizgarkirin û ji dehan kesan jî agahî nayê girtin. Tê diyarkirin ku di keştiyê de herî kêm 150 penaber hebûne.