ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2022'YAN 2022-09-23 09:00:58 * Jinên di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de diyar kirin ku tifaqê zemîna ku jin bûne kirde afirandiye û gotin ku armanca wan ew e ku bi tifaqê re yekîtiya jinan a herî berfireh ava bikin. * Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê yê HDP’ê Serhat Eren redkirina îtîrazên têkildarî “nivîs û pêvekên’ ku Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ji bo doza girtinê şandine nirxand û wiha got: “Dewlet di dosyaya girtinê de ji burokratên xwe heta miduriyeta polîsan bi temamî bûye seferber.”   * M.G. ku ji ber rejîma çewisîner a Îranê dest ji welatê xwe berdaye û hatiye Tirkiyeyê, bang li parêzvanên mafên mirovan kir û got: "Em bibin dengê jinên Îranê. Divê gel di vî şerî de serbikeve."   * Hevserokê HDP'ê yê Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Hevseroka ÎHD'ê ya Şaxa Mêrsînê Zeynep Benlî ku ji Mêrsînê beşdarî Meşa Cûdiyê bûn, diyar kirin meş tevî hemû astengî û êrişan jî bû cihê moralê û gotin ku divê têkoşîn bê mezinkirin.   * Gundiyan diyar kir ku ji depoya çopê ya ku ji aliyê Şaredariya Çewligê ve li nava 4 gundan hatiye avakirin bêhneke nexweş tê û dibe sedema nexweşiyan. Gundiyan got: “Di 2 mehên dawî de 36 zarok nexweş ketin. Em nikarin çandiniyê bikin."   * Şaredarê AKP'î yê Rezanê Huseyîn Beyoglû ku YSK'ê ew kiribû şaredar, daxuyandibû ku hemû pêdiviyên dayika 3 zarokan Sevda Çaglarê ya di xaniyekî kavilbûyî de dimîne hatine peydakirin. Lê derket holê ku şaredariyê tenê 200 TL daye Çaglarê.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 564’emîn de berdewam dike.    * Têkildarî Jîna Mahsa Amînî ya ji aliyê polîsên exlakê ve li bajarê Tehran ê Îranê hate qetilkirin, dê li navçeya Silopiyayê û Enqereyê daxuyanî bên dayîn. (11.00-18.30)   * Danişîna doza derbarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê Berê Selahattîn Demîrtaş de bi îdiaya “heqaretê” hatiye vekirin, wê li 23’yemîn Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê bê dîtin. (14.00)   * İran’da Jîna Mahsa Amînî’nin katledilmesine ilişkin Ankara ve Silopi’de açıklama yapılacak. (11.00-18.30)    * Xelatên Rojnamevaniyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter, wê bi merasîmeke li Navenda Çand a Bajêr a Cemîl Candaş were lidarxistin bidin xwediyên wan. (18.00)