‘Zarok ji ber tesîsa çopê ya Şaredariya Çewligê nexweş dikevin' 2022-09-23 09:05:57   ÇEWLIG - Gundiyan diyar kir ku ji depoya çopê ya ku ji aliyê Şaredariya Çewligê ve li nava 4 gundan hatiye avakirin bêhneke nexweş tê û dibe sedema nexweşiyan. Gundiyan got: “Di 2 mehên dawî de 36 zarok nexweş ketin. Em nikarin çandiniyê bikin."   Şaredariya Çewligê ya AKP'î di sala 2013'an de li nava gundên Herragor, Havsel, Kardeşler û Qenter ên Çewligê Qada Depokirina Çopê çêkiribû. Gundiyan got ku ev depoya çopê dibe sedema nexweşînan û xwestin ji vir bê rakirin.    'ZAROK NEXWEŞ DIKEVIN'   Ji gundiyên ku kampanyaya îmzeyan bi rê ve dibe Cemîl Belîren destnîşan kir ku di 2 mehên dawî de 36 zarok li gundên derdorê yên nêzî depoya çopê rakirine nexweşxaneyê û got ku "enfeksiyona xwîna spî" belav bûye. Belîren destnîşan kir ku bijîşkan wekî sedem îşaret bi qirêjiya li herêmê kiriye û wiha got: "Her wiha tesîsên çopê zirarê didin darên fêkiyan û genimê herêmê jî. Ji lew re ew der êdî bûye stargeha gelek sewalan."   Belîren detsnîşan kir ku ev tesîs 400 metre dûrî Gundê Kardeşlerê ye û got ku ji xeynî çopên Çewligê û navçeyên wê, çopên navçeya Depê ya Xarpêtê û Licêya Amedê jî li vir tên valakirin.   DÊ SERÎ LI DADGEHÊ BIDIN   Belîren da zanîn ku tesîs ji bo 29 salan hatiye îhalekirin û wiha dewam kir: "Tu îzaha vê peymanê tune ye. Jixwe rapora ÇED'ê ya ku hatiye dayîn jî fiyasko ye. Li gor şertên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê divê ev tesîs 22 kîlometre dûrî jîngehan bin. Dema ku me daxwazname da şîrketê didin, behsa mesafeyeke 250 metreyî kirin. Lewma me dest bi kampanyaya îmzeyan kir û em ê serî li darazê bidin."    ARMANC 20 HEZAR ÎMZE YE   Belîren da zanîn ku heta niha 6 hezar îmze berhev kirine û got ku hedefa wan 20 hezar îmze ye. Belîren di dawiyê de wiha got: "Daxwaza me pir zelal e, em dixwazin ev çop bên rakirin. Em nikarin çandiniyê bikin. Zarokên me nexweş dikevin. Ji ber vê yekê em dixwazin ev çop bên rakirin."   MA/ Mujdat Can