Av. Şakar: Komîteya Wezîran neçare ku biryara DMME’yê pêk bîne 2022-09-23 10:56:11   AMED - Parêzer Mahmût Şakar diyar kir ku bertekên li dijî agahînegirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan êdî sînorên welat derbas kiriye û wiha got: “Komîteya Wezîran nikare weke ku DMME’yê biryarek nedabe, tevbigere. Neçare ku biryara DMME’yê pêk bîne.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar, li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tên ragirtin. Ji Ocalan û girtiyên din ev 18 meh in tu agahî nayên girtin. Ji bo rakirina tecrîda heyî, ji çar aliyên cîhanê bi sedan parêzeran bi mebesta hevdîtina bi Abdullah Ocalan û girtiyên din serî li Wezareta Edaletê dan. Ji 22 welatên Ewropayê 350 parêzeran di 14’ê îlonê de serî li Wezareta Edaletê, Yekitiya Baroyên Ewropayê û Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê dan û ji bo rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî jî name şandin. Di 19’ê îlonê de jî ji Fas, Filistîn, Herêma Federal a Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Iraq, Lubnan, Misr, Sûriye û Urdunê 756 parêzeran bi pêşengtiya Hewldana Hiqûqî ya Ereban a ji bo Azadiya Abdullah Ocalan serî li Wezareta Edaletê dan. Di serlêdanan de hat destnîşankirin ku bi girankirina tecrîdê re peymanên navneteweyî tên binpêkirin. Yek ji parêzerên serlêdan îmze kirî jî ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mahmût Şakar bû. Şakar têkildarî nexşerêya rojên pêş bi ajansa me re axivî.    Mahmût Şakar, diyar kir ku bertekên li dijî agahînegirtina 18 mehan êdî sînorên welêt jî derbas kiriye û wiha got: “Rê li ber bertekeke mezin vekir. Ev berteka navneteweyî careke din nîşan da bê ka derdoreke çiqas berfireh mîsyona polîtîk a birêz Ocalan û tecrîd fêm kirine. Ji 25’ê adara 2021’an heta niha agahî ji birêz Ocalan nayên girtin û ev mijar ne tenê ji bo parêzer û malbata wî lê ji bo hemû civak û derdorên navneteweyî jî girîng e. Baş hat fêmkirin ku ji bo rakirina tecrîdê, hewcehî bi siyaseteke aştiyane û çareserxwaz heye. Lewma li gorî min dê bertekên navneteweyî hîn mezintir bibin.”    DAXWAZA AZADIYA FÎZÎKÎ YA OCALAN   Bi domdarî Şakar bal kişand ser azadiya fîzîkî ya Ocalan û wiha domand: “Ji destpêkê heta niha gelê kurd li dijî tecrîd û dîlgirtina birêz Ocalan xwedî helwest e. Ji komploya navneteweyî heta niha her tim çalakî û bertek hene. Bi taybet jî kurdên li Ewropayê her tim di nava çalakiyan de ne û vê jî kir ku civakên van welatan û rêxistinên civaka sivîl jî di vê mijarê de bêhtir hesas tevbigerin û bertek nîşan bidin. Her wiha bi naskirina paradîgmaya ku birêz Ocalan di şert û mercên Îmraliyê de afirandî, weke encama vê paradîgmayê bandora şoreşa Rojava û jinê ya li cîhanê, cisareta li dijî gefa talûkeyeke weke DAIŞ’ê kir ku di asta cîhanê de xwedî li birêz Ocalan bê derketin. Ev pêvajo veguherî daxwaza gavên pratîk ên ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan. Kampanyayên sendîkayan, piştevaniya rewşenbîr û hunermendan û bi çalakiyên demdirêj derket holê. Ev xebat dê ji vir û şûnde jî berdewam bikin.”    BANDORA ÇALAKIYÊN LI EWROPAYÊ GIRÎNG E   Di berdewamê de Şakar bi lêv kir ku çalakiyên li Ewropayê ji gelek aliyan ve xwedî bandor in û ev nirxandin kir: “A yekemîn bi van çalakiyan re rewşa heyî nayê qebûlkirin û nadin rewakirin. Nahêlin ku têkiliya di navbera Ocalan, gelê kurd û mirovahiyê de bê qutkirin. Ji bo siyaseta aştiyane û çareserîxwaz a birêz Ocalan qad tê vekirin û hewcehiya bi azadiya wî ya fîzîkî di rojevê de dihêle. Di heman demê de bêdengiya di qada navneteweyî de tê şikandin û dike ku CPT û Konseya Ewropayê bikevin nava liv û tevgerê.”    ‘EM NIZANIN BÊ KA LI ÎMRALIYÊ NE YAN NA’   Parêzer Şakar bi domdarî bal kişand ser rewşa agahînegirtina ji Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girava Îmraliyê ji bo dîlgirtina birêz Ocalan hatiye hilbijartin û sedema vê jî ew e ku ji bo avakirina rejîmeke keyfî ya tecrîdê cihekî guncav e. Girava Îmraliyê bi awayekî xwezayî, girava tecrîdê ye. Ji destpêkê heta niha tecrîd û keyfiyetê, karektera xwe daye Girtîgeha Girava Îmraliyê. Lê dikare bê gotin ku tecrîd, ji destpêkê heta niha tenê bi rengekî nemeşiya. Weke rastiyeke giştî dikarim wiha bibêjim; tecrîda li Îmraliyê ji roja destpêkê heta niha her tim bi heman rêbazê hat kûrkirin. Her tim kûrtir dibe, girantir dibe û bi vî awayî pêş ketiye. Lewma em dema herî giran dijîn. Em bi tu awayî derheqê tenduristî û jiyana birêz Ocalan û hevalên wî de agahiyan nagirin. Em nizanin bê ka li Îmraliyê ne yan na. Ger gotin di cih de be rewşeke ‘winda’ ye. Agahînegirtineke mutleq heye.”    MAFÊ HÊVIYÊ   Tirkiyeyê di bersiva xwe ya ji bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de li xwe mikûr hatibû ku Ocalan ji “mafê hêviyê” bêpar hiştiye. Parêzer Şakar, têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Di esasê xwe de Tirkiye hewl dide biryara DMME’yê vala derxîne û ji berpirsyartiya xwe direve. Tirkiye li ser têgehên ‘îstîsna’ û ‘muaf’ hewl dide mijarê sivik bike û ji rojeva xwe derxîne. Li gel birêz Ocalan, Komîteya Wezîran bi giştî di 4 dosyayan de, di civîna 2’yê kanûna 2021’an de daxwazên wê ji Tirkiyeyê çêbûn. Xwest ku Tirkiye heta dawiya meha îlona 2022’yan bersiv bide. Di esasê xwe de Tirkiyeyê hêj bersiv nedaye. Lê belê di bersiva xwe ya ji bo parêzeran de qala mijara ‘îstîsna’ kir. Di esasê xwe de Tirkiye ji destpêkê heta niha vê îdiayê bi kar tîne. Cezayê muebbeta giran ku bingeha mijarê ye, di sala 2002’yan de ketiye Qanûna Cezayan a Tirk û heta niha bandora wê li hezaran mirovan çêbûye. Tişta ku Tirkiye jê re dibêje ‘îstîsna’ di esasê xwe de qala bi hezaran girtî û hikûmxwarên muebbeta giran in. Dixwaze li ser têgehên ‘îstîsna’ û ‘muaf’ mijarê sivik bike û ji rojevê derxîne.”    ‘KOMÎTE NEÇARE BIRYARÊN DMME’YÊ PÊK BÎNE’   Şakar, da zanîn ku Komîteya Wezîran neçare ku biryarên DMME’yê pêk bîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo vê mijarê gelek derfetên wan hene. Heta derxistina ji endamtiya Konseya Ewropayê, gelek raye di destê wan de hene. Lê divê mirov bibîne bê ka van rayeyên xwe çiqas bi kar tînin an jî çiqas cidî nêz dibin. Beriya doza Ocalan, dozên Kavala û Demîrtaş hatibûn ber destê Komîteya Wezîran. Lê heta niha jî Tirkiyeyê nêzikatiyeke ku pirsgirêkê çareser bike nêz nebûye.”   ‘DIVÊ ZEXT LI KOMÎTEYA WEZÎRAN BÊ KIRIN’   Mahmût Şakar wiha dawî li axaftina xwe anî: “DMME’yê di sala 2014’an de biryara xwe da. Lê Komîteya Wezîran ev pirsgirêk di 2021’an de xist rojeva xwe. Bi vê helwestê jî diyar dibe ku cidî nêz nabin. Komîteya Wezîran nikare weke ku biryareke DMME’yê nebe tevbigere û ‘muaf’ bigire. Ji ber ku biryara DMME’yê ji xwe têkildarî mijara ku Tirkiye dibêje îstîsnayê de ye. Pirsgirêka esasî ew e bê ka Komîteya Wezîran ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê çiqas cidî nêz bibe, bê ka dê çiqas destûrê bide ku pirsgirêk ji demê re bê vehêlandin û bê ka dê heta biryareke adilane tê dayîn mijarê bişopîne yan na. Hewceye mirov di van mijaran de baldar be. Bi taybet jî divê gelê kurd, rêxistinên civaka sivîl, derdorên demokrat û derdorên hiqûqê yên navneteweyî her tim zextê li Komîteya Wezîran bikin da ku pêvajoya heyî bişopînin. Li gorî min garantorên ewlehiya pêvajoyê ev derdor in.”    MA / Eylem Akdag