Dora cîsmê ku leşkeran îmha nekirî bi keviran girtin 2022-09-23 11:10:31   WAN - Li herêmeke Elbakê ku zarokek di encama teqîna cîsmekî leşkerî de birîndar bûbû, cîsmeke din hat dîtin. Welatiyên herêmê dora cîsmê ku leşkeriyê îmha nekirî bi keviran girt.    Di 26’ê tîrmehê de li Taxa Kiratî ya navçeya Elbak a Wanê di encama teqîna cîsmekî li qada leşkeriyê de zarokê bi navê H.E. ê 12 salî bi giranî birîndar bûbû. Li herêma ku H.E. lê bi giranî birîndar bûbû niha jî cîsmekî din hate dîtin. Li ser vê yekê niştecihên taxê serî li qereqolê dan. Lê belê rayedarên qereqolê diyar kirin ku îmhakirina cîsmê heyî ne li ber berpirsyariya wan dikeve û xwestin ku welatî ji bo mijarê serî li fermandariya navendî bidin. Daxwaz niştecihên taxê hêj nehatiye bersivandin.    Niştecihên taxê, dora cîsmê hatiye dîtin bi keviran girtin. Têkildarî mijarê yek ji niştecihên taxê ji ajansa me re wiha got: “Gelo ma dixwazin mirov bimrin? Me gelek caran serlêdan kir û agahî dan lê hêj li me venegeriya ne. Her roj keriyên pez diçin wê qadê. Heke tiştekî neyînî biqewime, berpirsyar qereqol e.”